PDK li Kerkûkê bi Tirkmenan re li hev kir
Serokê berê yê Eniya Tirkmenan ya Iraqê (ITC) Eşref Salih ragihand ku wan bi PDK û hêzên Ereb re li ser rêvebirina xwecihî ya Kerkûkê lihev kirine.
Serokê berê yê Eniya Tirkmenan ya Iraqê (ITC) Eşref Salih ragihand ku wan bi PDK û hêzên Ereb re li ser rêvebirina xwecihî ya Kerkûkê lihev kirine.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Serokê berê yê Eniya Tirkmenan ya Iraqê (ITC) Eşref Salihî di hevpeyvînek xwe ya medyaya Iraqê de ragihand ku wan bi PDK û hêzên Ereb re li ser rêvebirina xwecihî ya Kerkûkê lihev kirine.
Salihî got“Gotûbêjên me yên bi pêkhate û serkirdeyên siyasî re didomin. Bernameya Serokwezîr jî di gihandina projeyê û pêngav avêtina ji bo lihevkirinê, serkeftî bû.
Salihî got; “Heta niha aliyên siyasî nekarîne tu lihevkirinan bikin. Lê ez di wê baweriyê de me ku di nav çend rojên pêş de em ê bigihin lihevkirinê. Ji ber ku zêde dem nemaye. Mayîna Kerkûkê ya di vê rewşê de jî ne di berjewendiyên tu kesê de ye.”
Têkildarî lihevkirina Eniya Tirkmenan bi PDK û Ereban re jî Salihî wiha got; “Sê aliyan li ser vê mijarê lihev kirine ku ew jî ji Eniya Tirkmenan, PDK û Ereban pêk tê.”
Tevî ku Kurd li Kerkûkê piranî ne û xwediyê 7 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ne, PDK’ê li ser bidestxistina erka walitiya Kerkûkê ne bi Kurdan re bi Eniya Tirkmen û Ereban re li hev kir ku bi fermana Hakan Fîdan tevdigerin.