PDK, li herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê ku di bin kontrola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ye, hêzeke zêde lê bi cih dike. Li gorî nûçeya nûçegihanê KNN’yê ya di saetên şevê de, sewqiyata pêşmergeyan a li herêma Qendîlê didome.
ANF
QENDÎL
sêşem, 14 adarê 2017, 21:08
Li gorî çavkaniyên Başûrê Kurdistanê ku ev demeke ku PDK ketina neva hewldên şer yê li dijî PKK’ê, şênber dibe. Li gorî çavkaniyên herêmî û herî dawî li gorî agahiyên nûçegihanê KNN’yê li herêmê ragihandî, pêşmergeyên girêdayî PDK’ê li sînorê herêma Balakatî zêde bûne.
Girê Mame Rût ê li qontara Çiyayê Qendîl 25 pêşmerge yên girêdayî hêza Helgût a PDK’ê hatine teqwiyekirin. Her wiha li Balakati bi çav sewqiyata bi qasî 50 pêşmerge yên ji bo Girê Kolîterê hatin sewqkirin tê dîtin.
Ji herêmê agahiyên zelal nayên bidestxistin, xebatên çapemeniyê ji aliyê PDK’ê ve tên astengkirin.