Rêxistinên Kurd yên li Kerkûkê: Dawî li aloziyên Zînî Wertê bînin

Partî û rêxistinên Kurdistanî yên Kerkûkê bi rêya onlîne li ser aloziyên li Zînî Wertê civiyan û bi daxwaznameyeke hevbeş daxwaz ji partiyên siyasî yên desthilat kir ku dawî li aloziyên li Zînî Wertê bînin.

Têkildarî aloziyên li Zînê Wertê, şerê ragihandinê yên PDK û YNK’ê û dîsa şerê DAÎŞ’ê li herêmê zêdetir dibin, partî û saziyên Kurdistanî yên li Kerkûkê bi rêya onlîne li hev civiyan.

Endamê Desteya Peywendiyan ê Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) yê herêma Kerkûkê, Eskender Selîm têkildarî civînê agahî da ANF’ê. Selîm diyar kir ku ji ber aloziya ku niha hêzên desthilat ên Başûrê Kurdistanê li ber hev rabûne. Em jî Tevgera Azadî ji bo yekîtî û aştiyek li Başûrê Kurdistanê pêk bê, me pêwîst dît ku civînek hevbeş li gel aliyên Kurdî yên li Kerkûkê bê kirin.”

Têkildarî helwest û nerazîbûnên aliyên Kurdî jî Selîm ev got: “Em giha wê yekê ku nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin û ev yek rojeva me ya serekî bû. Ji bo aştî li herêmê serwer be, biryar hate girtin ku divê ew hêzên ji bo Zînî Wertê hatine kişandin bên vekişandin, navçe radestî polîs an jî xelkê herêmê bê kirin.”

Selîm diyar kir ku di civînê de bal hate kişandina ser êrîşên DAÎŞ’ê yên li Kerkûkê ku demê dawî zêde bûye û got: “Ji bo li dijî DAÎŞ’ê divê hêzên Pêşmerge yên hevbeş li gel hêzên Iraqî biçe navçeyê û bergîriya herêmê bikin.”

Selîm diyar kir ku gelek partî û saziyên Kurdistanî yên Kerkûkê di civînê de amade bûn. Selîm diyar kir ku ji ber hinek pirsgirêkên teknîkî hinek alî nekarîn beşdar bibin, lê peywendiyên bi wan re jî hate kirin û ew jî li ser daxwaznameya hatî dayîn hemfirkir bûn.

Daxwaznameya ku partî û aliyên Kurdî yên li Kerkûkê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistan, Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) û Partî Demokratî Kurdistan (PDK) wiha ye:

Ji ber alozî û nakokiyên rojên borî li Zînî Wertê pêk hatiye, di nava gel de rê li ber tirs û dilgiraniyê vekiriye. Divê di demê wiha de gelê me zêdetir alîgirê yekîtiyê be, dîsa aliyê berpirs baştir bi berpirsyar nêzîkî mijarê bibin. Divê hê zêdetir ji bo aştî û yekîtiya netewî ya ji bo gel kar bike.

Di demekê de ku şewba vîrûsa Korona çawa ku cîhan tev xistiye rewşeke xedar heman rewş li welatê me jî peyda bûye. Dîsa çeteyên DAÎŞ’ê her roj êrîşî Kerkûk û derdorî wê dike û welatiyên bê guneh dibin qûrbanî.

Ev hemû ji bo gelê me rê li ber krîzên mezin vekiriye, di demê wiha de erkê me tevan ew e ku alîkarî hev bikin ku bikarin gel ji qonaxên wiha derbas bikin.

Ji bo pêşîgirtina li aloziyên Zînî Wertê û aramkirina herêmê em van 4 xalan rêz dikin:

-Daxwaz ji hemû hêzan dikin ku ji Zînî Wertê vekişin û navçeyê ji bo welatiyên herêmê bihêlin.

-Hinek hêzên polîs sewqî herêmê bên kirin

-Dawî li şerê ragihandinê bînin.

-Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêkxistina hikûmeta Iraqê de bibe xwedî rol û asayîkirina rewşa Kerkûk erkê serekî be.