Parlementerên Kerkûkê li gel waliyê bajêr kombûn

Parlementeran bi giştî yên hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê li gel waliyê bajêr ji bo nirxandina rewşa bajêr kombûn.

Li Kerkûkê parlementerên Kurd, Tirkmen û Ereb li gel waliyê bajarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Ceburî ji bo nirxandina rewşa bajêr û xizmetguzariyên bajêr kom bûn.

Piştî kombûnê endamê meclisa nûnerên Iraqê Rêbuwar Teha di konfransa rojnamevaniyê de, qala encamên civînê kir û got: “Îro em weke parlementerên pêkhateyên cuda yên bajarê Kerkûkê çend pirs derbarê rewşa xizmetguzarî ya li gel waliyê bajêr bi civînekê hatin nirxandin. têkildarî mijarê di civînê de pirsa dayîna madeyên sûtemenî ya ji bo bajêr hate kirin. Lê mixabin hikûmeta Iraq di wan aliyan de, Kerkûkê paşguh xistiye tevî ku bajarê Kerkûkê bajarê herî mezine ku di aliyê dayîna mandeyên sutemeniyê de bajarê duyeme ji bo Iraqê.”

Her wiha Teha bal kişand ku hikûmeta Iraqê bigiştî mafê welat dixwe, beşê elektirîka Kerkûkê kêm kiriye. Teha got: “Kerkûk yek ji wan bajarane ku li gorî bajarên din yên Iraqê herî kêm elektirîk tê dayîne, ji ber wê em daxwaz ji Wezareta Elektirîka Iraqê dikin ku beşê elektirîka bajêr bi temamî bidin.”