Parlamentera YNK'ê Diler: Rizgariya Kurdan bi yekîtiyê dibe

Parlamentera YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Rêzan Şeyh Diler got, ti ji welatên mêtinger ên li Kurdistanê dostê Kurdan nînin û destnîşan kir, ku bi taybetî Tirkiye li dijî her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê derdikeve.

Parlamentera Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) a li Parlamenta Iraqê Rêzan Şeyh Diler, piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Diler anî ziman, ku Tirkiye a bi serkêşiya Erdogan ku piştî referandûmê heqaret li rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê û Serokê PDK'ê Mesût Barzanî kir, welatekî dîktator e.

Diler diyar kir, ku Tirkiye serkêşiyê ji welatên dijberê Kurd û Kurdistanê re dike û li dijî her pêşketineke erênî ya ji bo Kurd û Kurdistanê derdikeve. Diler got, "Tirkiyeya ku bi dîktatoriyê tê birêvebirin, tişta neaniye serê Kurdan nemaye. Kurd li Bakur nikarin bi zimanê xwe biaxivin, qedexe ye. Parlamenterên ku bi dengê bi sed hezaran, bi mîlyonan kesî hatine hilbijartin, di girtîgehê de ne."

'JI BO DERKETINA JI NAVA TARÎTIYÊ, YEKÎTÎ DIVÊ'

Diler bal kişand ser gefên li ser Başûrê Kurdistanê û anî ziman, ku ev gef vediguherin pêkanînan, piştî girtina rêyên hewayî û sînoran dibe ku ambargo bê danîn, ev yek wê zerareke mezin bide gelê Başûr, lewma rojên nebaş li benda wan e. Diler destnîşan kir, ku yekane rêya derketina ji nava vê rewşê, yekîtî ye.

Parlamenter Diler got, "Divê em niha li ser bifikirin bê gelê Kurd, partiyên siyasî û rêxistinên li çar parçeyên Kurdistanê çawa dikarin bibin yek deng û yek reng. Ji bo vê divê em hewl bidin. Pêwîste em bi hestên yekîtiyê tevbigerin, ne bi hestên dijminatiyê."

Wekîla YNK'yî Rêzan Şeyh Diler destnîşan kir, ku ya bi rengekî lezgîn pêwîstiya wan pê heye, kombûna Kongreya Yekîtiya Neteweyî ye û got, divê gelê Kurd û partiyên siyasî ji bo afirandina projeyên paşerojê bixebitin.

Diler pirsa "Wê paşeroja me heta kengî di destê xelkê de be?" kir û got, "Di rewşa heyî de gelê Kurd li qada navneteweyî ji bo welatê xwe, ji bo azadiya xwe nikare deng derxîne. Lê belê, eger em bibin yek, wê çaxê gelê me wê karibe bi hêsanî mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe li her cihî bîne ziman."

Diler diyar kir, rêya yekîtî û hevgirtian Kurdan jî bi kongreya yekîtiya neteweyî dibe û wiha dewam kir: "Li şûna berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî, partî û rêxistinî, divê em li welatekî serbixwe û azad bifiirin ku Kurd hemû karibin bi dilrehetî lê nefesê bistînin. Divê em gavê ji bo vê biavêjin. Ji Kurdbûna me, ji berjewendiyên gelê me girîngtir tiştek nîne. Em nedin pey berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî. Lazim e siyasetmedarên me siyaseteke nû û hevpar biafirînin."

'DEMA EM TENGAV DIBIN, EM JI BAKUR Û ROJHILAT LI BENDA ALÎKARIYÊ DIMÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Diler ev pirs kir; "Rêveberên Başûrê Kurdistanê, ku bi peymanên bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyên cidî de ne, gelo nizanin ku Kurdên li Bakurê Kurdistanê azad ne azad in û di nava zext, zilm û êşkenceyê de dijîn?" û ev bersiv da: "Bi dîtina min, dizanin. Em hemû zanin. Tevî vê yekê, rêveber û rayedarên Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re peymanan mohr dike. Di rewşeke bi vî rengî de, gelo heqê me ye ku em alîkariyê ji gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê bixwazin? Di rewşeke asayî divê em ne li bendê bin. Tevî ku em ne li bendê ne jî, ew bi wezîfeya xwe ya welatparêziyê radibin û alîkariyê didin me."

Diler bi bîr xist, ku Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê di nava zilm û zordariyê de ne û got, "Dema ku cih li me teng dibe, em ji gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê alîkarî û piştgiriyê dixwazin. Gelo me ji bo wan çi kir ku em destekê ji wan hêvî dikin? Lê di rewşa heyî de, yên ku herî zêde destekê didin me ev gelê me ye ku em qet xwedî li wan derneket û dema hatin kuştin, hatin zindanîkirin me qet dengê xwe dernexist. Ev yek mesajeke vekirî ye ji bo me."

'EGER PÊŞÎ LÊ NEYÊ GIRTIN, WÊ ROJÊN ZOR Û ZEHMET DERKEVIN PÊŞIYA ME'

Şeyh Diler anî ziman, ku mijara referandûmê bêyî bê nîqaşkirin di nava du mehan de ji aliyê hêzekê ve biryara wê hate dayin û got, "Parlamenta Iraqê di rûniştina destpêkê de referandûm red kir. Welatên din ên cîran jî hewl didin Başûrê Kurdistanê ceza bikin. Neteweyên Yekbûyî û DYA encamên referandûmê qebûl nekirin. Welatên din ên herêmî û navneteweyî helwesteke dijber nîşan dan. Hemû welatan yekparebûna axa Iraqê parastin. Di rewşeke bi vî rengî ya Kurd wê dewleta serbixwe ragihîne, ya jî wê gelê Kurdistanê yê çar parçeyan bi yek dengî biryara referandûmê biparêze. Ev jî bi yekîtiya neteweyî dibe."

Parlamenter Diler herî ragihand ku divê rêveberiya herêmî ji bo çareserkirina krîzê bi Iraqê û welatên cîran re hevdîtinan bike, nîqaşan bike û got, "Eegr bi rastî jî ambargo li ser Başûr bê danîn, wê rojên zor û zehmet derkevin holê."