Parlamanterên Tevgera Goran piştgirî dan kampanya îmzeyan

Parlamenterên Herêma Kurdistanê yên Tevgera Goran Şaxawan Raûf Beg û Goran Omer Elî piştgirî dan kampanyayê.

Kampanya îmzeyan a ciwanan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê dewam dike û piştgiriya ji kampanyayê re zêde dibe. Heta niha zêdeyî 18 hezar îmze hatine komkirin.

Parlamenterên Herêma Kurdistanê yên Tevgera Goran Şaxawan Raûf Beg û Goran Omer Elî piştgirî dan kampanyayê.

Parlementerê Tevgera Goran Şaxawan Raûf Beg diyar kir, "Dewleta Tirk yekemcar, duyemcar nîn e ku sînorê Herêma Kurdistanê derbas dike û bombebaranên navçeyên Herêma Kurdistanê dike. Gelek caran kiriye. Mirov dikare bêje ku heta astekê sînorê xwe fireh kiriye. Em wek Parlamenterên Kurdistan dixwazin ev rewşa bi dawî bibe. Dagirkerî û zêdegavî xizmetê ji Herêma Kurdistanê re nake. Mal wêranî, koçberî û şehîd derdixîne holê."

LI PARLAMENTÊ JI BO ÊRIŞAN LÊKOLÎN BIKE 3 DESTE HATIN AVAKIRIN

Şaxawan Raûf Beg rewşa dawî ya li parlamentê wiha anî ziman: "Me li parlamentê pêşniyar kir ku hemû aliyên siyasî jî pesend kir, Desteya Serokatiya Parlementoyê Desteyekê ava bike. Li ser vî 3 Deste hatin avakirin. Yek ji bo bajarê Duhokê, yek bo Hewlêr yek jî bo Silêmanî û Helepçe. Li Silêmanî û Helepçe em berpirsyarê desteyê ne. Me serdana navçeyan kiriye. Bi taybetî em çûn sedana Şarbajêr (Gundê Sefrê) û Kune Masî. Serdana malbatên ku di êrîşan de brîndar bûye, me serdana wan kir. Desteya Duhok û Hewlêr jî serdana wan herêman kirin.

'DEWLETA TIRK LI HIN DEVERAN BI 30 KÎLOMETREYAN KETIYE NAVA XAKA BAŞÛR'

Karê desteyê temam bûye. Me wek deste civînên xwe jî girtiye. Me raporak hevbeş amade kiriye. Em ê teslîmê Desteya Serokatiya Parlementoyê bikin. Hefteya bê wê parlament li ser vê raporê bicive. Parlament wê li ser sînor derbas kirin û li ser dagirkeriyê nîqaş bike. Parlament wê diyar bike û bang li hikumetê bike. Hikumet wê li ser vê meseleyê biaxife û bisekine. Divê bê zanîn ku dewleta Tirkiye bi armanc û hedef sînor derbas dike, li hinek şûna 30 kîlometre dahilê axa Herema Kurdistanê bûye. Lewma divê hikumeta herêmê û ya navendî li ser mijarê rawest in, mekanîzmayekê ava bikin. Divê dest li vê zêdegaviya dewleta Tirk werdin."

'DEWLETA TIRK DXIWAZE HERÊMA KURDISTANÊ TÊK BIBE'

Şaxawan Raûf Beg bi dewamî got, "Ev cara yekem nîn e dewleta Tirkiye sînorê herêmê derbas dike. Li gor min a ku dewleta Tirkiye dike, şikandina Iraqê ye, şikandina Herêma Kurdistanê ye. Yasayekî heye di Parlementoya Herema Kurdistanê de di sala 99 an de derketiye. Nabe ku tu dewletên cîran û yên din sînorê herêma Kurdistanê derbas bike."

Şaxawan Raûf Beg ji bo dewleta Tirk a dagirker got, "Divê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê lobî were kirin. Ev hatina wan tenê bi destê Herêma Kurdistanê bi dawî nabe. Divê li hember vê dagirkeriyê hemû Kurd xwedî helwest bin, li ku derê dibin divê lobiyê bikin."

'DIVÊ EM HEMÛ BI RENGEKÎ YEKDENG Û YEKGIRTÎ TEVBIGERIN'

Di dewama axaftina xwe de got, "Dewleta Tirkiye bi hinceta hêzên ku ji Bakur û Rojhilat dibêje li wan navçeya heye û êrîş dike. Divê hikumeta Herêma Kurdistanê bi hêzên Bakur û Rojhilat li ser van meseleyan biaxive. Pirsekî nîştîmanî û neteweyiye. Divê em hemû bi dengê neteweyî û yekgirtî tevbigerin. Ti dewleteke cîran nikare sînorê me derbas bike. Ti dewlet nikare welatê me dagir bike.

Mijara niştimanî, neteweyî û ax Kurdistanê pir girîng e. Divê ji bo ev mijar were çareserkirin li ser bixebitin. Divê em li ber hatina Tirkiyeyê rabin. Dewleta Tirkiye, sînor derbas dike, gelê me wêran dike, zirareke mezin dide bax û baxçeyên gelê me. Gelê me şehîd dixe. Divê hikumeta herêmê û Iraqê li ser van meseleyan bisekine."

'DEWLETA TIRK DEWLETEKE DAGIRKER E'

Şaxawan Raûf Beg  got, "Hinceta wan; li wan navçeyan hebûna PKK û PJAKê ye. Lê êm e rêgirî bikin ku nehêlin dewleta Tirkiye werin ser axa herêma Kurdistanê. Em li gel Kurdên Bakur, Rojhilat û Rojava her Kurd in. Hinceta dewleta Tirkiye çi be jî em nahêlin ku rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê têk biçe. Herêma Kurdistanê bi xwîna hezaran şehîdan hatiye avakirin. Dewleta Tirkiye, dewleteke dagirker e, bombebaran û topbaran dike. Divê em li hember vî rêgirî bikin."

'EZ PIŞTGIRIYÊ DIDIM KAMPANYAYÊ'

Şaxawan Raûf Beg destxweşiya ciwanan kir ku dest bi kampanyayê kirine û got, "Ji bo îmze komkirinê destxweşî li ciwanan dikim. Ez hêvî dikim ku kampanyaya we wê cihê xwe bigire. Dema teslîmê parlamentê kir wê parlament wê li ser kar jî bike. Destxweş be. Em di vê mijarê de piştgirî didin we. Divê her kes yek bi yek kar bike ku rêgirî li leşker û Tirkiyeyê bike."

'EGER EM NIHA DENGÊ XWE DERNEXÎNIN EM Ê KENGÎ DENGÊ XWE DERBIXIN?'

Parlementerê Tevgera Goran, Goran Omer Elî jî piştgiriya xwe ji bo kampanyaya îmzeyê diyar kir û di derbarê rewşa dagirkeriya Tirk de wiha axivî: "Li dijî dagirkeriya Tirk, Fars û Ereb a li ser Kurd û Kurdistanê, helwesta me zelal û eşkere heye. Li dijî vê dagirkeriyê eger em niha dengê xwe dernexînin em ê kengî derxînin?

Armanca dewleta Tirk her dagirkirina Kurdistan, dagirkirina çanda Kurdan e. Ji bo wan ferq nake gerîllayek be, Kurdekî bakur be, Kurdekî, rojhilat, Kurdekî başur be. Armanca wan têkbirina Kurd û navbirina ferhengî Kurd e. Di alî ferhengî de jî dewleta Tirk her ji bo têkbirinê berdewam in. Li ku derê be Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava ew dagirkerî qebûl nakin.

Me wek Tevgera Goran bangawazî kiribû ku di parlamentê de li ser van rewşan civînekî lez were girtin. Li ser rewşa êrîşê bombebaranên Tirk gotinên parlamenteran hebe. Her wiha dengê Kurdan bigihînin cîhanê.

Destxweşî li kesên ku kampanyaya îmzeyê ku dane destpê kirin dikin. Piştgirî li vê kampanyayê dikim."