Parêzerê Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir

Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 143’mîn de ye. Parêzerê malbatê Serhat Kûrt bang li baroyan kir ku li rex malbatê cihê xwe bigrin.

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ya ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê dewletê hatine qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de brîndar bûbû ya 9’ê Adarê li ber edliya li Rihayê dabûn destpêkirin di roja xwe ya 143’an de didome.

‘DARAZ TIRSONEK Û NE SERBIXWE YE’

Îro parêzerê doza Malbata Şenyaşar Serhat Kûrt jî tevlî nobetê bû. Kûrt ragihand; “Tevî malbatê gelek caran daxwaz me ya hevdîtina bi dozgeriyê re çêbû, lê nehate bicin anîn. Li vir 5 caran bêyî ku sedem were nîşan dan bi rengekî kêyfî malbat hat derbkirin û hatiye destgîrkirin, carna jî rakirine nexweşxanê. Dayika Emîne Şenyaşar a 65 salî tevî ku bi temen e û pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê hene jî, lê dibêje ku ewê ji bo kêliyekê jî be dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernede.”
Kurt bal kişand ser darazê ku ne serbixwe ye û ji desthilat ‘ditirse’ û got; “Banga me eve ku hemû baro, rêxistinên hiqûqî û saziyên civaka sivîl li rex malbatê cihê xwe bigrin.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev daxuyanî da: “Dayik ev 143 rojin ku li ber Edliyeya Rihayê ye êdî kevirên rê li hemberî lorînên wê xwe negirt û heliyan. Daxwaza wê zelal e; dixwaze kujerê ku li nexweşxanê hevjîn û kurên wê qetilkirî li pêşberî dadgehê hesab bide. Dibe ku sibe dereng bibe. Hema niha edalet!”