Parêzer Bîlmez: Abdullah Ocalan pejirandina tecrîdê û bêdengiyê rexne dike

Bîlmez: Abdullah Ocalan hêzên demokrasiyê, bi taybetî jî raya giştî/tevgera Kurd rexne dike, ji ber ku bi rengekî welê tevdigerin, mîna ku polîtîkaya tecrîdê û polîtîkayên ewlekariyê qebûl kirine û hînî vê rewşê bûne.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina dawî ya bi telefonê ji ANF'ê re nirxand.

Parêzer Bîlmez destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd tecrîda mutleq a li wî û sê girtiyên din ên li Îmraliyê tê ferzkirin qebûl nake. Bîlmez ragihand, Tirkiye gelek mafên ku di qanûnên wê de hene û bi peymanên navneteweyî hatine misogerkirin nas nake û di bêhiqûqiyê de israr dike.

Parêzer Bîlmez der barê van mafan de wiha axivî: "Mafê xwe heye ku bi parêzer, malbatê, sê kesên li derveyî malbatê, wasî, xizmên xwe û parêzerên xwe re bi rêk û pêk bi telefonê biaxive, mafê xwe heye ku nameyan bişîne, ji derfetên din ên ragihandinê sûdê werbigire, rojane karibe rojnameyan bi dest bixe. Lê belê ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve nikare ji van mafên xwe yên bingehîn sûdê werbigire. Ev polîtîkayên tecrîdê ku kêm carî hatiye dîtin, nîşan dide ku Abdullah Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne. Kesayetekî welê ye ku ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li gelek welatên Rojhilata Navîn bandora xwe heye, fikir û polîtîkayên wî li ber çavan têne girtin û hewl dide projeyên xwe yên siyasî û civakî bixe meriyetê. Yekane aktorê polîtîk e ku ji bo çareseriya bi rêyên aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd, projeyên şênber pêşkêş kiriye ku dikare bi cih bêne anîn. Saziyên fermî yên pêwendîdar ên dewletê hem beriya pêvajoya Îmraliyê hem jî piştî 15'ê Sibata 1999'an li Îmraliyê bi agahdariya hikumetan bi Abdullah Ocalan re li ser çareseriya vê meseleyê gelek caran hevdîtin kirin, li ser pêşniyar û projeyên wî nîqaş kirin."

KONSEPTA ÎNKAR, DEREW Û BÊHIQÛQIYÊ

Parêzer Bîlmez anî ziman ku beşek ji hevdîtinên navbera Rêberê Gelê Kurd û dewleta Tirk li ser çareseriya pirsgirêka Kurd hatin kirin li pêş raya giştî bûn û got, "Lê belê di rewşa heyî de ku tecrîd dewam dike, îradeya siyasî giraniya xwe daniye ser polîtîkayên ewlekariyê ku tê wateya israra di neçareseriya meseleya Kurd de. Ev konsepta zext, înkar, derew û bêhiqûqiyê ya ku îradeya siyasî di mijara meseleya Kurd de bi cih tîne, ji aboriyê heta polîtîkaya derve bandorê li hemû pirsgirêkên welêt dike. Abdullah Ocalan dema ku li Îmraliyê li ber tecrîdê radibe, di heman demê de nerazîbûna xwe li hemberî van hemûyan nîşan dide. Ji ber ku dewlet polîtîkayên aştiyane, demokatîk û azadîparêz neafirîne, bang li dewletê dike ku qet nebe li gorî hiqûqê tevbigere. Qebûl nake ku desthilatdarî di vê astê de hiqûqê binpê bike, li derveyî qanûnan tevbigere. Bi israr dixwaze ku di meseleya Kurd de dest ji polîtîkayên neçareseriyê bê berdan, rêbazên demokratîk û aştiyane bên ceribandin û di aştiyê de israr dike."

PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ YÊN KRONÎK

Parêzer Bîlmez destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ti carî nêzîkatiyên erzan û ji rêzê yên li hemberî xwe qebûl nekiriye û wiha dewam kir, "Mîna ku di parêznameyên de xwe jî anî ziman ku her tim hewl hatiye dayin bi rengekî amûrî nêzî wî bibin, lê belê her carê wî ev hewldan û nêzîkatî pûç kiriye. Di nava şert û mercên herî giran ên tecrîdê de ku ji mirinê jî xerabtir e, li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên kronîk û temenê xwe yê dirêj, bi hişmendiyeke mezin a berpirsyariyê di her kêliyê de li çareseriya meseleya Kurd fikirî, hewl daye ku feraseta demokrasî û azadiyê li vê herêmê bi cih bike; lê belê îradeya siyasî û muxatabên din ê pirsgirêkê yê li hemberî wî, timî bi rengê taktîkî û konjonkturî nêzî bûye, lewma nerazîbûnê nîşanî van hesabên desthilatdariyê dide."

REWŞA PEJIRANDINA TECRÎDÊ Û BÊDENGÎ

Parêzer Bîlmez bal kişand ser bandora tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li ser civakê û got, "Abdullah Ocalan hêzên demokrasiyê, bi taybetî jî raya giştî/tevgera Kurd rexne dike, ji ber ku bi rengekî welê tevdigerin, mîna ku polîtîkaya tecrîdê û polîtîkayên ewlekariyê qebûl kirine û hînî vê rewşê bûne. Em hemû weke bûyereke ji rêzê û normal tevdigerin ku Abdullah Ocalan tevî sê mirovên li Îmraliyê xistine nava çaleke bêbinî. Dengekî ji vê çalê tê jî mehê, salê carekê ji ber rewşeke awarte mîna şewat û şewbê destûr tê dayîn û em hemû li pêşberî vê matmayî jî namînin. Halbûkî tecrîd û neçareserkirina meseleya Kurd bandorê li jiyana me hemûyan dike. Bandoreke neyînî li me hemûyan dike. Abdullah Ocalan vê rewşa hînbûyî û bêdengiyê rexne dike."

'KÛRKIRINA TECRÎDÊ ISRARA DI NEÇARESERIYÊ DE YE'

Parêzer Bîlmez destnîşan kir ku muwekîlê wan Abdullah Ocalan her gava ku firsendê dibîne dibêje ku kiryarên li Îmraliyê bi plan û bername ne, li giravê tiştek bi tesadufî nabe, ne cihê tesadufiyan e û got, "Gelek caran diyar kir ku tecrîdkirina wî û bûyerên civakî û siyasî yên li Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne. Lewma divê bê zanîn ku astengkirina hevdîtinê biryareke siyasî ye. Eger ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re destûr nayê dayin, eger asta tecrîdê hatibe bilindkirin, divê ev yek weke israra di neçareseriyê de bê dîtin û li dijî vê jî xeta têkoşîna demokratîk bê avakirin."