Parêzer Çetedîr: Tayînkirina qeyûman li dijî hiqûqê ye

Parêzer Diyar Çetedîr der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de axivî û diyar kir ku qeyûm bi rengekî nehiqûqî hatine tayinkirin û got, "Nêzîkatî bi temamî siyasî ye.

Nerazîbûna li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î didome. Parêzer Diyar Çetedîr tayînkirina qeyûman û desteserkirina şaredariyên HDP'î ji ANF'ê re nirxand.

Parêzer Çetedîr diyar kir, eger îdîayên ku dibêjin şaredariyan pere dane rêxistinekê yan jî devereke din hingî diviyabû beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê Wezareta Karên Hundir ev yek bi belgeyên şênber eşkere bikira û destnîşan bikira.

Parêzer Çetedîr anî ziman, ku ti rapora wezaretê yan jî mufetîşan nîne ku nîşan bidin ji 31'ê Adarê ve şaredariyên HDP'î pere ji deverekê re şandiye û got, "Hiqûq tenê bi gumanên neşênber, bi îdîayên li dijî şexsan nayê parastin.

Ji ber vê yekê eger îdîayeke giran tê kirin hingî divê ev yek bi rengekî şênber bê destnîşankirin. Lê ji ya tê xuyakirin tê fêhmkirin ku ne Wezareta Karên Hundir ne jî amîrtiyên mulkî xwedî raporekê yan jî belgeyeke şênber nînin. Lewma tayînkirina qeyûman bi îdîayên neşênber li rewşa hiqûqî nehatiye. Biryar li dijî hiqûqê ye. Ev yek jî dibe sedem ku mirov ji dewleta hiqûqê ne piştrast bin."

'NÊZÎKATÎ SIYASÎ YE'

Parêzer Çetedîr bi bîr xist ku waliyê Amedê rojek piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê daxwaz ji Wezareta Karên Hundir kiriye ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke qeyûm bê tayînkirin û got, "Ji vê belgeyê jî tê fêhmkirin ku tayînkirina qeyûman qanûnî nîne. Eşkere ye ku biryareke bi rengekî siyasî ye. Ji xwe eger belgeyeke siyasî hebe ev belge nikare ji roja ku şaredar hatiye hilbijartin eşkere bibe.

Belgeyek hebe hingî piştî ku şaredar mazbataya xwe wergirt û hemû karên rûtîn dest pê kir eşkere dibe. Şaredarek di navbera roja ku hatiye hilbijartin û roja ku mazbataya xwe wergirtiye de nikare pereyan bişîne deverekê. Ji xwe delîleke şênber a piştî wergirtina mazbatayê jî nîne. Lewma nivîsa ku walîtî ji wezaretê re nivîsî belgeyeke xurt e ku nîşan dide ev yek meseleyeke siyasî ye."

DOZÊN LI DIJÎ DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN

Parêzer Çetedîr bal kişand ser dozên li dijî desteserkirina şaredariyan û got, "Ji xwe piştî tayînkirina qeyûman bi daxwaza rawestandina bicihanîna biryarê doz hate vekirin. Dadgeha îdareyê wê belgeyên di vê der barê de lêkolîn bike.

Bi ya me wê dadgeha îdareyê vê neheqiyê rawestîne. Ji xwe Wezareta Karên Hundir neçar e ku şêst rojan carekê karê tayînkirina qeyûman ji nû ve binirxîne. Her wiha doza ji bo rawestandina bicihanîna biryarê eger hate redkirin, hingî dikare bi dorê li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê, Şûraya Dewletê, Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewroayê serlêdan bê kirin."