PADÊ: Ji bo pêkanîna xeyalên Mam Beşîr em ê têkoşînê mezin bikin

PADÊ Hasan Dûtar (Mam Beşîr) bi bîr anî û diyar kir ku rûspî, pêşeng û çalakvanê Êzidxanê Mam Beşîr ji bo civaka xwe kar û xizmetên girîng kir. PADÊ diyar kir ku ji bo bîranîna Mam Beşîr wê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ji ber koça dawî ya endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Hasan Dûtar (Mam Beşîr) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Mamê Êzidxanê Mam Beşîr doh ji ber krîza dil koça dawî kir û sersaxî ji tevahiya Êzidiyan û gelê Kurd re hate xwestin.

Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna Mam Beşîr ev agahî hatin dayin:

"Mam Beşîr di nav malbateke welatparêz de tê dinyayê. Hê di ciwaniya xwe de fikrên şoreşger nas dike û dibe xwedî nasnameyeke polîtîk. Dîsa ji ber sedemên polîtîk di salên heftêyî de koçberî Elmanyayê dibe. Piştî ku şehîd Mam Zekî nas dike êdî têkoşîna xwe bi awayekî çalaktir dide meşandin. Bi taybetî ji bo Êzîdxanê li diyasporayê bi fedakarî têkoşîn da. Tevî ku gelek caran hat girtin jî tu carî ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt û hîn bi biryardarî karên şoreşê xurttir kir. Li Diyasporayê di nav kordînasyona civaka êzdî de cihê xwe girt û erkên giran girt ser milê xwe."

PADÊ ragihand ku ji bo hilanîna tola fermanên heta niha hatin rakirin û ji bo parastina civaka Êzidî, Mam Beşîr ji salên 2000'î ve li Şengalê xebatên xwe yên rêxistinî dimeşand û wiha dewam kir:

"Di nav damezrînerên Tevdayê de cihê xwe girt. Piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ji bo birînên fermanê bipêçe û civaka êzdî careke din bi fermanekê re rû bi rû nemîne, ji bo xweseriya Şengalê were naskirin, li Ewrûpa xebatên serketî da meşandin.

'RÛSPÎ Û PÊŞENGÊ ÊZIDXANÊ MAM BEŞÎR JI BO CIVAKA XWE XIZMETÊN GELEKÎ GIRÎNG KIR'

Yek ji rûspî, pêşeng û çalakvanê Êzîdxanê Mam Beşîr, ji bo civaka êzdî gelek kar û xizmetên girîng kir. Mam Beşîr weke kesayetekî hestiyar, dilsoz êşa civaka êzdî ji dil hîs dikir. Her wiha ji bo careke din ev êş rû nedin, civaka êzdî bibe xwedî îrade û siyaseta xwe, bi tempoyeke bilind, bi berpirsiyariyeke mezin şev û roj di nav civaka xwe de lez da karên rêxistinkirinê. Bêyî ku ferq û cudahî bike navberê ji heft heta heftê salî li ku derê pêwîstî hebûya bi civaka xwe re bû, li kul û êşên wan guhdar dikir û çareseriyan diafirand. Bû parêzvanên êzdiyan, xema însanên xwe dixwar. Bi îdîa û biryardarî, bi gavên zanistî di Rojhilata Navîn de xebatên dîplomasiyê da meşandin."

Di dawiya daxuaniyê de wiha hate gotin:

"Em weke PADÊ ji ber xizmetên bêhempa û giranbuha yên Mam Beşîr ji bo Êzîdxanê wî bi minetdarî, bi rêzdarî û bi hezkirin bi bîr tînin. Sersaxî ji bo malbata Mam Beşîr, ji bo tevahî Êzdiyên li her aliyên cîhanê û ji gelê Kurd re dixwazin. Ji bo em layîqî mîrasa Mam Beşîr bin em ê têkoşîna xwe hîn bilind bikin. Ji bo em xeyalên Mam Beşîr, Mam Zekî û bi hezaran şehîdên xwe pêk bînin, em ê bi tevahî hêza xwe têkoşîna wan bilind bikin."