Ozkan: Em ketine qonaxa krîtîk, agahiyên nebaş dikarin werin!

Ozkan diyar kir ku greva birçîbûnê hatiye qonaxa krîtîk, ji bilî av, xwê, lîmon û şekir ti vîtamîneke din nadin girtiyan û ji bo vê jî got, dibe ku nexweşiyên mayinde û mirinê rû bidin.

Endama Komîsyona Lêhûrbûnê ya Mafê Mirovan a Meclîsê, Wekîla Mûşê  Burcu Çelîk Ozkan li girtîgehan ku greva birçîbûnê lê didome lêkolîn kirin, diyar kir ku grev hatine rewşa krîtîk, ji bo ku ji bilî av, xwê, lîmon û şekir ti vîtamîneke dî nastînin girtî bi nexweşiyên mayinde û mirinan re hevrû ne.

Piştî hewldana darbeyê li dijî binpêkirinên mafê mirovan, qedexeyên hevdîtinê, sirgûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin  berbelav didin. Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li Şakranê 45, li Sîncanê 37, li Edîrne 35 û li Wanê 24 roj li pey xwe hiştin hate qonaxa krîtîk.  Beriya niha jî 12’ê îlona 2012’an li hemû girtîgehan girtiyan greva birçîbûnê dabûne destpêkirin û greva birçîbûnê 68 rojan dom kiribû, niha jî girtî dibêjin heta ku daxwazên wan qebûl nebin ew bi paş ve gav navêjin. Rayedar jî hem guh ji daxwazan re digirin û hem jî zext û zordariyê zêdetir dikin. Ji bo ve jî Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel jî di nav de gelek wekîl û siyasetmedar biryar dan ku ew jî bikevine greva birçîbûnê. 

Wekîla Mûşê Ozkan hevdîtinên li girtîgehan û qonaxa ber dest nirxand.

‘ŞERT NEHATINE BAŞKIRIN’

Ozkan diyar kir ew bi îdareya girtîgeha Şakran û Edîrneyê re axiviye ku li van girtîgehan rewş krîtîk e, wiha got: ‘’ Ji ber ku destûrê nadin ku em bi girtiyan re hev bibînin, ji rêya parêzeran me agahî standin. Li gorî agahiyen ku me wergirtine şert nehatine başkirin, gav nehatine avêtin, rêya diyalogê ya bi rêveberan re girtî ye û ji bo vê jî heta ku ev şert domdar bin grev jî wê bidome. Em jî piştî çend rojan daxuyaniyekê bidin bê ka rewş di çi qonaxê de ye.’’

‘BI BHQ’YAN RAYEDARÊN DERASAYÎ DANE RAYEDARAN’

Ozkan diyar kir tiştên ku niha dibin bandorên Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de (BHQ) ku piştî Rewşa Awarte hatin derxistin û got, rayeyên derasayî dane rayedarên girtîgehê. Ozkan wiha got: ‘’Bi qasî ku em dizanin raye bi nebaşî têne bikaranîn û ev zelal e, teqez ku ji venêranê re ne vekiriye, me gelek caran got ku wê bi helwesta kêfî ya îdare teşe bigire. Li Edîrne û Şakranê rewş ev e. Hema wiha ji ber xwe ve mirovan dest bi vê grevê nekirine. Dawiyê kêşeyên li vir bi rastî jî giran in, ji ber ku fikra ku her tişt li gorî BHQ’yan bi çarçoweya yasayî tê kirin sedema krîzê ye. Li girtîgehan di mijara mafê mirovan de li ber çavan e ku polîtîkayên ku li nirxên mirovan nayên têne kirin.’’

TENÊ XWÊ, LÎMON Û ŞEKIR DIDIN

Ozkan diyar kir di serî de Şakran girtiyên ku ev ji mehekê zêdetir e di grêvê de ne gelekî li xwe şikandine û diyar kir ku ketine qonaxa krîtîk. Ozkan wiha got: ‘’Hin girtiyan nêzî 10 kîloyan li xwe şikandine. Em di konaxa krîtîk de ne. Heke em vê rewşê çareser nekin  em dikarin bi nexweşiyên mayinde re, bi mirinê re hevrû bibin, ku qet em naxwazin û ji bo ku ev nebe em dilebikin. Me bihîst ku li Şakranê ku ev 44 roj in greva birçîbûnê didome tenê şekir, xwê, lîmonê didin girtiyan. Girtiyên ku tenê van dixwazin mirov dikare bibêje ku rewşa wan giran bûye.’’

BANG JI BO HEMÛ PARTIYAN

Ozkan diyar kir ku di mijara greva birçîbûnê de wan gelek caran pirsname dane meclîsê, bersiv nestandin, di bersivan de jî gotine tiştên di bin li gorî rêziknameyê ne û wiha got: ‘’Tişta ku divê were kirin me gelek caran got. Em weke berdevkiya girtîgehê ya HDP’ê, me bang li hemû komên partiyan, komîsyona mafê mirovan, bang li komîsyona jêr a girtîgehan kir. Me berpirsyariya Wezareta Dadmendiyê jî bi bîr xist. Lê ti gav nehatin avêtin.’’