Ozgokçe yê bertîlxur li ber xwe ketiye!

Dozgeriya Komarê ya Wanê ji ber nûçeya bi sernavê "Li Şaredariya Tûşbayê gendeliya 40 trîlyonî" a par hat weşandin, îdîaname têkildarî nûçegihan Oktay Candemîr û Mehmet Dûrsûn amade kir û ev îdîaname da dadgehê.

Piştî nûçeya bi sernavê "Li Şaredariya Tûşbayê gendeliya 40 trîlyonî" ku nûçegihan Oktay Candemîr û midûrê karê nivîsê yê malpera vanaktuel.com 7’ê Hezîran 2016’an bi hev re çêkirin û di ANF’ê de weşiya bû, li ser gilhê Şaredarê Şaredariya Tûşba Fevzî Ozgokçe Serdozgeriya Komarê ya Wanê îdîaname hazir kir û ji Dadgeha Cezayê yê Asliye yê Wanê re şand.

Ozgokçe îdîa kir ji ber nûçeyê ziyan gihaştiye şeref, rûmet û namûsa wî. Serdozgeriya Komarê jî li ser gilhê Ozgekçe tevgeriya. Lê dozgeriyê li ser dijûnên ku li Oktay Candemîr hatî kirin hê ti bersiv nedaye. Dozgeriyê di îdîanameyê de gotinên weke "bertîl, pêşkêşî, zarî îmzeyê, genedelî" sûc qebûl kiriye.

'DIVÊ BEREAT BIKIN'

Parêzerê Candemîr û Dûrsûn Bayram Kaval diyar kir, Ozgokçe piştî nûçeyê daxuyaniyek daye û di daxuyaniyê de li dijî Candemîr gelek sixêf û dijûn bi kar aniye. Kaval got, wan li ser vê yekê serî li dozgeriyê dane lê ti bersiv bêyî ku were dayin li ser gilhê Ozgokçe îdîaname hatiye amadekirin. Kaval diyar kir, îfadeyên di gilînameyê de yekalî ne û îfadeyên ku nûçegihanan li emniyetê dane hatiye piştguhkirin. Kaval bi berdewamî got, "Li gel ku ti heqaret nîn e jî dozgerî nûçe şîrove kiriye û xwestiye bigihije encamê. Îdîaname ne xwedî bingehên madî ye, di dadgeha pêşî de divê werin bereatkirin."