Osman: Dewleta Tirk bi planeke piralî êrişî Kurdan dike

Rojnamevan-nivîskar Hîwa Mehmûd Osman diyar kir, dewleta Tirk bi planeke piralî êrişî Kurdan dike û got, hem Rojava hem jî Başûr di hedefê de ne.

Hîwa Mehmûd Osman ku ji roja pêkhatina şoreşê û vir ve gelek caran serdana Rojava kir û bi rêveberên leşkerî û rêveberiya xweser a li Rojava re gelek caran hevdîtin kir, piştî serdana çend roj berê çavdêriyên xwe yên li ser rewşa aboriyê û ewlekariyê vegot.

'FIKARA ÊRIŞAN HEYE'

Osman got, "Li Rojava rewşa aborî nebaş e. Ji ber ku şerekî giran lê heye. Lê belê li gel nebaşiya rewşa aboriyê, rewşa ewlehiyê gelekî baş e. Li Rojava gel ji lihevkirina QSD, PYD, Partiyên Yekîtiya Neteweyî û ENKS'ê gelekî kêfxweş e. Lê belê hîn nediyar e ku hevdîtinên encamgir û cidî wê kengî dest pê bikin."

Osman bal kişand ser fikarên li ser êrişên gengaz ên Tirkiye û rejîmê û got, "Her wiha rewşeke gengaz a bi vekişîna bi temamî ya DYE'yê rû bide, tê texmînkirin. Fikar hene ku bi vekişîna DYE'yê re Rûsya û rejîm li hev bikin û êrişî herêmê bikin. Di vê mijarê de fikarên cidî hene. Têkildarî gavên bên avêtin hîn tiştekî eşkere nîne."

Osman diyar kir ku li Rojava tevî DYE û Rûsyayê gelek hêz hene, bicihbûna van hêzan a piştî dagirkirina Serêkaniyê, Rojava parçe kiriye û bi bîr xist ku bicihbûna van hêzan bi peymanên dualî yan jî sêalî pêk hatiye.

'RÊVEBERÊN QSD'Ê POLÎTÎKAYEKE BAŞ DIMEŞÎNIN, LÊ BELÊ...'

Osman ev şîrove kir:

"Tifaqa navbera hêzên niha yên li Rojava û piştî dagirkirina Serêkaniyê Rojava hatiye parçekirin. Li cihekî hêzên DYE hene, li cihekî jî hêzên Rûsyayê. Li cihekî din jî hêzên rejîmê yên parastina sînor hene. Ev bi peymanên dualî yan jî sêalî bi cih bûne. Bi lihevkirina DYE û Rûsya, DYE û Rûsya û Tirkiyeyê pêk hatiye. Bi rêya van lihevkirina cihê her hêzê hatiye diyarkirin. Li gorî van lihevkirinan, divê bi gaveke din nekevin nava xaka Rojava.

Rêveberiya QSD'ê bi taybetî polîtîkayeke baş dimeşîne, lê belê li gorî rewşa navbera DYE, Rûsya, Tirkiye û rejîmê divê polîtîkayên bi hevsengiyê bi hesasiyeteke mezin bê meşandin. Heta niha ev yek kir, lê belê ji niha û pê ve jî divê vê yekê bidomîne. Bi agahiyên li ser têkilî û hevsengiyên navbera van hêzan dikare Rojava biparêze. Li aliyê din hewldanên ji bo pêkanîna yekîtiyê jî bi rengekî baş dimeşe. Hewldanên yekîtiyê yên navbera Kurdan û pêkhateyên din ên li herêmê bi rengekî baş didomin. Di encama vê yekê de jî feraseta parastin û rêvebirina bi hev re ya Rojava dikare biafire."