Oskesîcî li Geverê hate veşartin

Bîrol Oskesîcî yê ku di şerê li navçeya Îpekyolû ya Wanê de şehîd bibû, li Gundê Dêlerizî yê Geverê hate veşartin.

Duh li taxa Selim Bey a Îpekyolû ya Wanê polîsan bi ser malekê de girt û şer derket. Di şer de Bîrol Oskesîcî (Dilgeş Gever) jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî karê otopsiyê cenazeyê Ozgezîcî ji nexweşxaneyê wergirtin û birin Gundê Dêlezî yê Gevera Colemêrgê. Di merasima cenaze de hemû welatiyên gundê Dêlerizî û gundên cîran amade bûn. Bi hezaran welatî beşdarî merasima cenaze bûn û cenaze bi girseyî defin kirin.

Dema cenaze hat defin kirin polîsan bi maşîneyên zirxî gund dorpêç kirin. Ji ber melayê gund nexwest nimêja cenaze bike welatiyan bi gotina "Em melayê li şûna ji xwedê bitirse ji dewletê bitirse naxwazin" û bertekên xwe anîn ziman. Piştî wê melayekî din hat û nimêja cenaze kir. Girsê di merasima cenaze de bê navber dirûşmên “Şehit namirin” berz kirin. Welatiyên merasima cenaze bi telefonê kişandin ji aliyê leşkeran ve hat jêbirin.

Malbata Oskesîcî li mizgefta gund şîn danîn û sersaxî qebûl kirin.