Operasyonên qirkirina siyasî: Li Dîlokê 18 kes hatin girtin

Ji 29 kesên di operasyonên qirkirina siyasî ya li Dîlokê pêk hat de 18 kes hatin girtin.

Li Dîlokê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Dîlokê, polîsan di 14'ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de 29 siyasetmedarên ku di nav de hevserok û rêveberên HDP, DBP, SYKP'ê yên niha û berê jî hebûn destgîrkirin.

29 kesên ku piştî karê lêpirsînê yên li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê bi dawî bû sewqî dadgehê kirin.

Heyeta dadgehê piştî îfade girtin Hevserokên HDP'ê yên Dîlokê Musa Aydin û Songul Koçdag, Dayika Aştiyê Remziye Erdem jî di navde 18 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan girtin û şandin girtîgehê.

Heyeta dadgehê di derbarê 11 kesan de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê dan.