Operasyona Tebqayê: Gelek sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku operasyona Tebqayê bi rengekî serketî didomînin, gelek sivîl rizgar kirin û gihandin qadên ewle.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku operasyona Tebqayê bi rengekî serketî didomînin, gelek sivîl rizgar kirin û gihandin qadên ewle.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de berê xwe dane navçeya Tebqayê, gelek sivîl rizgar kirin.
Şêniyên Tebqayê ku derbasî herêmên ewle hatin kirin, ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin pêşwazîkirin.
Navçeya Tebqayê bi 40 kîlometreyan li başûrrojavayê Reqayê ye û ji sê aliyan ve şervanan dor lê girtine.