Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê çû serdana Partiya Dadgerî

Heyeta ku ji nûnerên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê pêk dihat, çûn serdanan Partiya Dadgerî. Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya her çar parçeyên Kurdistanê hate sekinandin.

Heyeta ku ji nûnerên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê pêk dihat, çûn serdanan Partiya Dadgerî. Endamê Encûmeni Bala Şiwan Raber û Endamê mekteb sîyasî Muhsîn Deştî pêşwazî li heyetê kirin. Di hevdîtinê de hilbijartinên pêşwext a 10 ê Cotmehê de ku di li Iraq û Başûre Kurdistanê, hate nirxandin. Her wiha rewşa siyasî ya her çar parçeyên Kurdistanê jî hate nirxandin.

Di hevdîtinê de bi taybetî li ser rewşa siyasî û civakî ya Başûrê Kurdistanê û êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Kurdistanê hate sekinandin. Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne û ev êrişên kîmyewî wekî êrişên li dijî exlaqê mirovahiyê hate nirxandin û hate diyarkirin ku li hemberî sûcên wisa pêdivî bi helwesteke yekgirtî heye. 

Di dawiyê de li ser girîngiya yekîtîya neteweyî,  helwesteke yekgirtî ya partî û rêxistinên Kurdan hate sekinandin.

Hevdîtin bi rengekî erênî pêk hat.