NPG'ê Fermandariya Eyaleta Avaşînê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, ji ber çalakiya sabotajê ya li nêzî qereqola Gemanê, Fermandariya Eyaleta Avaşînê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî mijarê ev daxuyanî da:

"Di 18'ê Tîrmehê de li dijî wesayiteke dijmin a ku ji qara Çarçelayê diçû navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, piştî şopandin û kontrola demekê, li nêzî qereqola Gemanê bi taktîka sabotajê çalakî hate kirin. Ev çalakî rêbazeke mînak a çalakiya serketî ye. Ev çalakiya ku di encamê de serpelek, kontrayek bi giştî 7 leşkerên dijmin hatin kuştin, çalakiyeke ku baş hatiye amadekirin, dem û cihê xwe rast hatiye tespîtkirin û çalakiyeke serketî ye.

Li dijî hêzên mêtingeriya Tirk ku dixwazin welatê me bi temamî dagir bikin, ji ber vê çalakiya we ya serketî em hevrêyan hemûyan, di şexsê fermandariya we de hêzên li eyaletê hemûyan pîroz dikin û hêvîdar in ku serketinên we wê bidomin. Em we, hevrê û hêzên eyaletê hemûyan ên ku keda xwe di vê çalakiyê de hene silav dikin. Li dijî hêzên dagirker ên Tirk ên mêtinger, faşîst û qirker di têkoşîna şoreşgerî de ji we re serketinê dixwazin."