Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dike

Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatine qetilkirin ji sala 2018’an û vir ve Nobeta Edaletê digire û ji hikûmet û meclîsa ku nû were avakirin xwest ku ev komkujî were ronîkirin.

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parastvan û xizmê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîna Emîne Şenyaşar û du kurê wê qetil kir û kurê wê Ferît Şenyaşar jî birîndar bûbû. Malbata Şenyaşar çalakiya ku li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, didomîne.

Malbata Şenyaşar ji 9’ê Adara 2021’an ve Nobeta Edaletê digire û di roja 732’an de car din hat ber edliyeyê.

Malbatê di roja nû ya çalakiya xwe de, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev peyam parve kir: “Ji bo komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê were ronîkirin, pêşnûmeya lêkolînê me da meclîsê. Pêşnûme bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Hikûmet û meclîsa ku nû were avakirin, wê vê bûyerê ronî bike. Dema parêzbendî qediya, wê deriyê girtîgehê vebe.”