Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê didome

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariya bajarê mezin di roja 48'an de domiya.

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Wanê dest pê kir di roja 48'an de dewam kir. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed û Wanê û rêveberên Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tevlî çalakiya îro bûn. Di nobetê de dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Hevserokatî xeta me ya mor e" û "Qeyûm wê biçin, gel wê were" hatin berzkirin û li ser navê saziyan axaftin hatin kirin.

Rêveberê Navenda Giştî ya ÎHD'ê Îsmaîl Boyroz, di çalakiyê de axivî û wiha got: "Hilbijartin û bijartin, mafê mirovan ê herî bingehîne. Em bang li desthilatdariya siyasî dikin. Di 19'ê Cotmehê de dawî li polîtîkayên qeyûm bînin û dest ji vê helwestê berdin."

Di nobetê de hevberdevkê Platformê Mehmet Şirîn Gurbuz axavî û wiha bilêv kir: "Hikumet li aliyekê xwezayê tune dike û li aliyê din jî, gelan di jenosîdê re derbas dike. Vîna gelan desteser dike. Em ê li hemberî faşîzmê serî netewînin û em soz dikin ku emê faşîzmê hilweşînin. Em bi hev re hîn zedetir bi hêz in. Em ê bi hevre bi ser bikevin. Qeyûm wê herin û em ê bimînin."

Bedrî Yamaç jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê axivî û diyar kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya desteserkirina û talankirinê. Yamaç, da zanîn ku hikumet bi van pêkanînan dixwaze rê li pêşiya polîtîkayên xwe yên şer veke.