Nobeta Demokrasiyê: Em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin

Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî li Nobeta Demokrasiyê axivî, got, ''Divê em li rûmeta xwe xwedî derkevin, heta ku em vîna xwe bistînin divê em li qadan bin''.

Nobetên Demokrasiyê yên li dijî dagirkeriya qeyûm kete roja 46'an. Wekîlên HDP'ê, encamên Meclîsa Ciwanana HDP'ê û Meclîsa Jinan ên Ciwan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jina Azad (TJA) hazir bûn. Her wiha endamên Federasyona Komeleyên Anatoliya Rojhilatêbaşûr a Stenbolê jî li nobetê hazir bûn.

Di çalakiyê de Serokê Partiya Azadî Ayetûlah Aşitî behsa ayetên Quranê kir. Aşitî got, ''Ji bilî daxwazên mirovî ti daxwazên Kurdan nînin. Ji ber vê em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin. Ji bo ku em serfiraz bibin divê em li vîna xwe xwedî derkevin. Heta ku em vîna xwe bistînin divê em li qadan bin.''

Nobeta Demokrasiyê piştî daxuyaniyan bi çalakiya rûniştinê qediya.