Nobeda li Şengalê di roja 13'an de ye
Çalakiya nobedê ya xelkê Şengalê, ku li dijî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê dane destpêkirin di roja 13'an de ye.
Çalakiya nobedê ya xelkê Şengalê, ku li dijî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê dane destpêkirin di roja 13'an de ye.
Çalakiya nobedê ya xelkê Şengalê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê hate destpêkirin di roja 13'an de bi komên nû dewam dike.
Çalakî bi şiyara "Em hemû Asayîş in" pêk tê. Koma ji Til Izêr û Serdeştê çalakgerên îro ye. Girseya gel ji serê sibehê ve serdana nobedaran dikin û piştgiriyê didin çalakgeran û Asayîşa Êzidxanê.