Nesir El Mubîn: Sivîlek şehîd bû, şervanek jî birîndar bû

Hêzên Nesir El Mubîn ragihand ku di êrişa doh êvarê ya balafirên şer ên dewleta Tirk de sivîlekî ku ji bo bîra avê karê sondajê dikir şehîd bû û şervanekî wan ê li ber herêmê bû birîndar bû. MÎT û PDK weke berpirsyarê êrişê hatin nîşandan.

Hêzên Yekemîn Serketî yê Şengalê (Nesir El Mubîn) têkildarî erişa doh a dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk doh saet di 18:30'î de bi balafireke bi çek a bêmirov (SÎHA) êriş bir ser herêma wan.

SIVÎLEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA, ŞERVANEK BIRÎNDAR BÛ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama vê êrişê de mirovekî me yê sivîl ku ji bo xizmeta gelên herêmê karê sondajê yê bîra avê dikir, jiyana xwe ji dest da. Endamekî me jî birîndar bû. Ev êriş rasterast ji aliyê MÎT a dewleta Tirk û hêzên PDK'ê ve hatiye kirin. Êriş dewama lihevkirina dewleta Tirk û PDK'ê ya 9'ê Cotmehê ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanc ji van êrişan şikandina îradeya gelê herêmê ye û bi vê yekê re amadekarî ji fermaneke din re tê kirin.

BANGA LI PDK'Ê: BES BIBE DOSTÊ DIJMIN, BES BIBE DIJMINÊ GELÊ ŞENGALÊ

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Dixwazin careke din pilanên xwe yên qirêj li ser gelê me û hêzên me yê Nesir El Mubîn (hêzê yekemîn ê Serkeftî) ku bi salan e li hember dijmin disekine û bi sedan şehîd dane pêk bînin. Em careke din bang li PDK’ê dikin û hişyar dikin. Êdî ji dijminê gelên bindest dostanî; ji gelê Şengalê re dijminahî neke. Dest ji şer û pilanên xwe yên komploger berde. 

JI BER ÊRIŞÊN PDK'Ê HETA NIHA ZÊDEYÎ 20 ŞENGALÎ ŞEHÎD BÛNE

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an heya roja me ya îro PDK’ê bi awayekî fermî 2 caran êrîşê Şengalê û hêzên me kiriye. Di encama êrîşên PDK’ê hem yên salên bihorî hem jî yên li ser Şerfedîn û Xanesorê 13 endamên me şehîd bûn. Dîsa bi hevkariya PDK'ê bi dehan caran êrîşên hewayî li ser herêma me çêbûye. Di encama van êrîşan de him ji gelê me him jî ji endamên me nêzî 10 kesên me şehîd bûn. Piştî êrîşê hewayî yên vê dawiyê ku li ser herêma me çêbûne di encama lêpirsîna ku me kirî de 2 caran hate piştrast kirin ku ev êrîşane yekser hevkariya PDK’ê ya bi MÎT'ê ya dewleta Tirk re hatiye kirin. Sedema ku van êrîş û kirinên PDK’ê me ne kiriye sedema şer ji bo ku tu carî me nexwest aramiya Şengalê xira bibe û careke din ev herem bibe heremekê şer e.  

'ME HETA NIHA EV ÊRIŞ NEKIRIYE SEDEMA ŞER, LÊ BELÊ...'

Helwesta me her tim ew e ku Şengalê bikin herêmeke ewle û aram. Lê belê pêwîste PDK vê rastiyê baş bizanibe ger ku me heya niha ev mijaran nekiribin sedema şer, ev nayê wê watê ku me nedikarî em şer bikin. Herkes hêza me ya şerkirinê jî baş dizane û baş nas dike. Ev yek me di şerê li hemberî DAÎŞ'ê de ispat kiriye. Lê belê me nexwaste ku tu carî zerer bigîhîje doza Kurd. Me nexwaste  di navbera Kurdan  de ti carî dijminahî çêbibe ye. Em her tim bi berpirsiyar û baldarî nêzîkatî esas digirin.

Ji vir û şûn de PDK di dijminahiya xwe de israr û berdewam bike tiştên ku em bikin wê hebe. Em careke din dibêjin bila PDK êdî dest ji van kirinên xwe berde."