Nerîneke ji dizîka ve ya li sohbeta gerîlayan

Heke hûn bibin guhdarê civata gerîla û hûn binivisin, hûn ê peyvên xweşik ên nû jî li gerdûnê berbelav bikin. Ne koledarî, weke mînaka azadiyê.

Sibehê min ev hevok danî, bi carekê re ji devê min pekiya. Dema ku mijareke têkilî nivîsê dihate nîqaşkirin ji devê min pekiya. Çawa ku şer lehengên xwe hildibijêre, hîs û raman jî peyva ku xwe dibêje hildiberîne, hevokê datîne. Dema nivîsandinê weke ku peyv ji damarê mirov têne kişandin. Peyva ku ji damarê têkişandin xîtabî dîroka neteweya we dike. Heke mirov bibe şahidê dîroka gelê we.

Li Kurdistanê gotineke ciwanan heye, niha we bihistiye: ''Heke hûn damarê wî bibirin wê rengê xwînê kesk, sor û zer be.'' Ev tiştên ku ez dibêjim halê qebe ye, ya ku ez dibêjim. Ango tişta ku hûn ê fêhm bikin ew e ku cihê herî baş ku hûn ê peyvan zêde bikin û peyvên herî xweş bidin gerdûnê  civata gerîla ye, guhdariya li vê civatê ye. Hûn çi qasî bibin guhdarê civata gerîlyan û binivisin, peyvên nû yên xweş jî hûn ê ew çend li gerdûnê berbelav bikin. Ne koletî, weke azadiyê.

3 GERÎLA 2 ROJAN LI DIJÎ DIJMINŞ ŞER DIKIN

Di rê de me hev nas kir. Bêyî ku em zanibin kî ne me dest bi civatê kir. Cihê ku em lê rûniştî yek ji cihê herî xweş ê Heftanînê ye. Qelaçekî biçûk bû ku axa sor ya bi ahenga zer û kesk ew têr dikirin. Sê kes bûn û piştî bi demeke kurt wê biçûna nav ekîba çalakiyê. Ji wan weye ku ez jî hevalek im ku hatime çalakiyê, ji ber ku çenteyê min têra xwe giran bû û trîpotta li milê min jî, gotibûn qey çek e. Kenê gerîla Êrîş ê li pey min û ji bo ku mirov dilsoziya bi  Heftanînê re nebîne diviya mirov kor bûye. Hema li rex heval Dîren hebû. Ez dibêjim qey ne qeder e ku li rûyên giroverik çavên kesk hebin .Tim digot, ''Bi xwedê pir kelecanî me, bi vê kelecaniyê bi ser dijmin de biçim, ez dibêm qey ku min bibînin wê şoq binin'' û her carê em dikeniyan.

Hişmendiya estetîk a hêza afirîner dibe ku li gerdûnê hebe. Û li rex me hevalekî suîkastvanekî pir zîrek hebû, bi nav û deng bû. Ez jî çûme cemê û min got, ''Wê şevê te derb li Dûpişkê li Kobrayê da?''. Li min nerî û tenê keniya. Aliyekî wiha yê xweş ê şervanan heye.  Mîna tilismekê mirov dixwaze bi dest bigire. Gerîla hez nake behsa serkeftinên xwe bike, dema ku behs dike bi fedîyokî behs dike. Nabêjin, ez, dibêjin, em. Hevalê Êrîş dema ku dît heval behs nake, xwe xiste navê.

Tam weke navê xwe dest bi vegotinê kir: ''Heval bi Xwedê li Dûpişkê her kes behsa Şehîd Mazlûm û Şehîd Agît dike. Şehîd Reşat jî li cem wan bûye. Sê gerîla bi serê xwe du rojan şerê dijmin kirine. Wê şevê hem kobra davêt û hem jî balafirê. Hem jî keşf li ser serê wan e. Heval Reşît bi fikra ku keşif wê li hevalan bide hemû balê dikşîne ser xwe. Û şer dikin. Şehîd Agît û Şehîd Mazlûm hem şêwaz û hem jî pratîka giyanê Cenga Heftanînê diparêzin. Xwezî hinan ev heval binivîsanda, divê ew neyên jibîrkirin.''

CARINAN KÊLIYEK HEJAYÎ JIYANEKÊ YE

Piştre li hevalê suîkastvan dinerim, di dest de hejikek biçû, li ser axê tiştinan xêz dike, dema ku hate gotin, ''tu çi dikî?'' Got, ''Leşker li Dûpişkê dixwazin kozikan deynin, em destûrê nadin. Wê rojê çûbûm kefeyê, ji bo ku di hişê min de bimîne xerîteyê xêz dikim.'' Diyar e ku gerîla ne her roj, her deqê jî bi fikra, ''ez ê çilo derbê li dijmin bidim'' derbas dike. Êrîş xwe dixe nav ,''Heta ku ew neçin em venakişin, em ê wan ji Heftanînê derxînin.'' Hevalê dî jî digot, ''Ka bila zivisan were, payiz hindik ma, sirûşt li aliyê me ye.''

Dema ku li gerîla Êrîş dihate guhdarîkirin l hevalan dinerî, bi ken dema ku gotî, ''Heval Laleş çapemenî ye, dizanî ne?'', her kes bêdeng ma û keniya. Vê carê diyalogan dest pê kir, ''Em jî dibêjin çima ev çend pirsan dike, qet nabêje ku çapmenî ye jî, baş e, mekîne li kû ye, te cîhaza qeydkirina deng li kû veşart?''. Dema ku hûn li şervanan guhdar dikin dive hûn hemû organên bihistyariyê vekir. Guh, çav, mêjî, divê hemû hîsan ku dilê we hîs dike vekin.

Heke mekîneya we nebe kadraja dilê xwe vekin û heke hûn nikaribin pê li deklanşorê bikin her carê, gotinên gerîla yan bi çavkirpandinê an jî bi serhejandinê qeyd bkin. Heke cîhaza we ya qeydkirina eng nebe, guhê xwe heta dawiyê vekin,  gelek peyvên ku pêla deng zêde dike û zengîn dike lê zêde bikin. Berxwedan, vîn, şehîd, rêbertî, dijmin, şer, moral, eşq, hevrêyî, azadî.. û gelek peyven din. Her gava gerîla hêjayî qeydkirinê ye. Di nav gavê de, di civatê de kêliyeke kurt carinan dibe ku derbasî dîrokê bibe. Ji ber ku yek gav, yek kêlî carinan weke temenekî dikare were jiyîn.