Navê ku li xwediyê xwe tê: Beşîr

Ji ber zextên dewleta Tirk di sala 1970'iyan de neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Elmanyayê bike. Lê belê ti carî ji rewşa li Kurdistanê qut nebû. Qirkeriya dewleta Tirk û têkoşîna şoreşgerî kêlî bi kêlî dişopand.

Sala 1983'an yek ji salên pêşketina tevgera azadiyê ya Kurdistanê bû. Li Ewropayê cihê xwe di nava komên destpêkê yên tevgerê de girt. Mam Beşîr ku baş zanîbû têkoşîna herî xurt bi rêxistinbûnê dibe, li Ewropayê ji bo birêxistinkirina civaka Êzidî ya li ber metirsiya helandinê bû, gelekî hewl da.

Ew pêşengekî rastî yê civakê bû, ku taybetmendiyên civakî-çandî yên civaka Kurd û Êzidiyan baş nas dikir. Li Ewropayê ti sazî û malbatên Kurd nebû ku serdana wan nekir, ti çalakî û xwepêşandan nebû, ku tevlî nebû.

Kesî ew rojekê jî bêmoral, westiyayî nedît.

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de, dema ku li Şengalê ferman li Kurdên Êzidî rabû, êdî ji Ewropayê bêhtir bala wî li ser Şengalê û Êzidiyên li Şengalê bû. Zanîbû, ku parastina herî baş bi xweparastinê dibe; ji ber vê yekê ji bo avakirina saziyên xwerêveberî û xweparastinê yên gel gelekî hewl da, kar kir.

Gelê Kurd, pêşengekî xwe yê azadiyê ji dest da, ku 37 salên temenê xwe yê 60 salî bênavber da têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê û Kurdên Êzidî. Li pey vê windahiya mezin û giran, mîrateyeke mezin a têkoşînê ma ku bi rêbaza xwe ya jiyanê, bi biryardarî û durustiya xwe li dû xwe hişt.

Mam Beşîr (Hasan Dûtar) ji bo gelê Kurd û civaka Êzidî pêşengekî giranbuha, welatparêzekî rasteqîn; kesayetekî mînak bû, ku bi xizmeta xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd, dihate naskirin.

Heta kêliya dawî ya jiyana xwe, ji bo pîlana hevpar a Amerîka-Tirkiye-Iraq-PDK'ê pêk neyê dixebitî. Dibe ku dilê wî nekarî xwe li stresa ji ber vê pîlana mezin a êrişê rabigire. Lewma kujerê Mam Beşîr, ev şebekeya şer a çar alî ye.

Zanîbû, ku eger 'Peymana Şengalê' ya 9'ê Cotmehê hate eşkerekirin bikeve meriyetê, wê Kurdên Êzidî bi komkujiyeke nû re rû bi rû bimînin; lewma ji bo parastina rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên xweparastinê, rojê 24 saetan dixebitî.

Mam Beşîr ku ji bo civaka Êzidî û gelê Kurd mirovekî baş, pêşengekî baş bû, ji bo Tirkiye, DYE, Elmanya, Iraq û PDK'ê jî 'terorîstek' û 'Kurdekî nebaş' bû. Mîna Mam Zekî Şengalî, ku bi bombeyên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hate qetilkirin.

Dema ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de, çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kirin, artêşa Iraqê û hêzên PDK'ê yên bi bayê bezê reviyan û rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Amerîka yên ku bi zexeliyeke namerdane li komkujiyê temaşe dikirin, îro hêzên ku li pêşiya komkujiyê bûn asteng, sûcdar dikin. Mam Beşîr weke 'terorîst', Tayyîp Erdogan, Barzanî û Kazimî jî, weke mirovên maqûl dibînin.

Hevkariya namerdane ya Amerîka, Iraq, Tirkiye û PDK'ê bi rengekî eşkere vê yekê li Şengaliyan ferz dike: "Nabe ku hûn rêveberiya xwe ava bikin, nabe ku hûn xwe biparêzin. Wê hikumeta Iraqê ya ku ji ber DAÎŞ'ê reviya û PDK a ku li dijî DAÎŞ'ê fîşekek jî neteqand û Şengal teslîm kir we bi rê ve bibe, biparêze."

Mirovahiyê yekemcar, zordariyeke welê namerdane ewqasî şênber dît.

Mam Beşîr li Elmanyayê li pêşberî dadgerên ku ew weke 'terorîst' sûcdar dikirin dikeniya û wiha digot: "Karê ji bo gelê min, karê ji bo azadiya Kurdistanê, ti carî weke terorîzmê nikare bê pênasekirin. Terorîstê rastî ew dewletên mêtinger in, ku polîtîkaya înkar û tinekirinê li gelê min ferz dikin. Dewleta Tirk a ku hevkarî bi El Qaîdeyê û DAÎŞ'ê re kir, ya ku çek û piştgiriya lojîstîkî da çeteyên DAÎŞ'ê terorîst e. Ez dixwazim ji dil bêjim, ku roja ji girtîgehê derketim ez ê têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam bikim."

Dozger û dadgeran li hev dinêrî û li pêşberî biryardariya vî mirovê 60 salî yê rû li ken matmayî mabûn.

Di 25'ê Mijdara 2016'an de Dadgeha Eyaletê ya Hambûrgê bi rengekî ku mînakeke xwe li Elmanyayê nîne xusûsên ku Mam Beşîr di parêznameya xwe de diyar kir, veguherand hinceta biryarê û wiha digot:

"Dewleta Tirk di navbera salên 2011-2014'an de piştgirî da DAÎŞ'ê û El Qaîdeyê. Milîsên rêxistina terorê ya navborî li nexweşxaneyên li Tirkiyeyê tedawî bûn. Hikumeta Tirk destûr da milîtanên DAÎŞ'ê û El Qaîdeyê û milîtanên li herêmên din ku karibin xizmeta tenduristiyê derbasî Sûriyeyê bikin. Li Tirkiyeyê mafên mirovan bi rengekî metirsîdar tê binpêkirin. Bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin û hilweşandin. Tirkiye bi rêk û pêk êşkenceyê li girtiyan dike. Di nava van şert û mercan de sedemên girtîmayina bersûc nemaye."

Mam Beşîr bi rû li kenî li biryarê guhdarî dikir.

Li gorî ferhengê, gotina Beşîr, tê wateya 'rû li kenî'.

Wateya "mizgînî, rûkenî û xwîngermî" ya gotina Beşîr heye.

Navek bi vî rengî, dikare li xwediyê xwe bê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA