NAV-DEM’ê Qasî Mihemed û hevalên wî bibîr anî
NAV- DEM’ê, bi daxuyaniyekê Qasî Mihemed û hevalên wî di salvegara 70’emîn a şehadetê de bibîr anî, soza şopandina rê û doza wan kir.
NAV- DEM’ê, bi daxuyaniyekê Qasî Mihemed û hevalên wî di salvegara 70’emîn a şehadetê de bibîr anî, soza şopandina rê û doza wan kir.
Hevserokatiya NAV-DEM’ê bi daxuayniyekî nivîskî di salvegera 70’emîn a darvekirinê de Qasî Mihemet û hevalên wî bi rêzdarî bibîr anî.
NAV-DEM’ê diyar kir ku îro 70’emîn (31’ê Adara 1947) salvegera şehadeta Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mıhemed e. Di vê rojê de li Paytexta Kurdistanê Mehabadê-Qada Çarçira ya ku Komar lê hatibû îlankirin, li heman qadê, li gel 3ê hevalê xwe ji aliyê Şahê Ecema ve hatibûn şehîdkirin.
Hevserokatiya NAV-DEM’ê di daxuayniya xwe de ev tişt got:
“Qazî Mihemed di şîretnameya xwe de gelek gotinên balkêş û dîrokî dibêje. Naveroka gotinên wî bi kurtayî ev e; ‘Lazim e hûn baweriya xwe bi gotinên neyaran û nonerên dewletan neînin. Dewletê bi Quranê sond xwarin ku tiştekî bi wan nake, lê Simko, Birayê wî Cewher û Hemze Axa bi Quranê xapandin û birin kuştin. Eger xiyaneta reîsên eşîran nebûya û ewan xwe bi peran nefroşta hukûmeta Eceman, ev bobelat nedihat serê me û Komara me!
Weke ku şehîdê Komara me nesîhet dike, îro jî heman xeter li ber deriyê şoreşa gelê me ye. Li Şingalê-Xanesorê çi dibe, êrîşên li ser Şoreşa me ya Rojava bi destên kê tê kirin? Ma ENKS kî ne, ma serokeşîrên KDP a Iraqê kîne? Ma ne ev in ku weke Şehid Qazî Mihemed dibêje; “Bi pera xwe firoştine” Dewleta AKP'ê û bi hêzên çekdar ên dewleta.Erdogan re êrîşî ser gelê me û Tevgêra Azadiya me dikin.
Ma yên Nûjiyan Erhan, Nezife Nayif, Ferhat Çûva û bi sedan mirovên me şehîd kirin û bi sed hezaran koçber kirin kî ne?
Nesîhetek wî ya dawî jî ev e: ‘Ez bi hêvî û bawerî me ku hûn ji vê musibeta me îbret bigrin û dersan derêdin ku hûn bes werîn lîstokên neyaran û bes bikevin xef û kemînên dijminan! Ev jî bi zanebûn û bi rêxistinbûnê pêktê!
Em bawer dikin ku rê û rêbaza herî rast û realîst jî ev e ku em jî li goreyî vê şîret û nesîheta Şehîdê xwe yê nemir bimeşin; bi îradeyek xurtir û bi zanebûn û şarezatiyek xwedî serpêhatiyek berfirehtir xwe bi rêxistin bikin. Ji xwe felsefeya Rêberê hemdemî Rêber APO jî, heman naverokê di nava xwe de dihewîne. Bi vê bîrûbaweriyê em jî bawer dikin ku em ê baştir layikî Rêber û şehîdên xwe bibin.
Li ser vê bingehê em dîsa dibêjin; di kesayetiya Şehîd Qadı Mıhemed de, em hemû şehîdên şoreşa xwe bibîr tînin û em soz didin wan ku em ê ti carî wan jibîr nekin û heta nefesa xwe ya dawî li ser şopa wan bimeşin û em ê bi serkevin!”