Nasnameya gerîlayên ku li Erzînganê şehîd bibûn hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 4 gerîlayên ku di 24’ê Hezîranê de li Erzînganê şehîd bibûn eşkere kir.

Di daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve hate dayîn de, têkildarî şehadeta gerîlayan ev agahî parve kir:

“Di daxuyaniya me 26’ê Hezîranê de ragihandibû ku artêşa Tirk 24’ê Hezîranê li devera Gundê Deraşoran a girêdayî navçeya Kemah a Erzînganê dest bi operasyonekê kiribûn. Di dema operasyonê navbera hêzên em û yekîneyên operasyonê de şereke ku 24 saetan dom kir qewimîbû. Di şerê giran ê sîng bi sîng qewimî de ku artêşa Tirk derbên giran xwarin û encam negirtin, bi balafirên şer û helîkopterên Kobra qad bomberdûman kirin. Di şerê li vir de jî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin.

Di şer û bomberdûmanê de 4 hevrêyên me bi qehremanî şerkirin û gihiştin şehadetê.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Demhat Şoreş
Nav û Paşnav: Ferdi Ûlutaş
Cihê Jidaykbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Bedîa - Fethî
Cih û Dîroka Şehadetê: Erzîngan/24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Dilgeş Mûş
Nav û Paşnav: Mehmet Guler
Cihê Jidaykbûnê: Mûş
Navê Dayikê-Bav: Fatma - Aydin
Cih û Dîroka Şehadetê: Erzîngan/24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Îsyan Viyan
Nav û Paşnav: Esma Erkek
Cihê Jidaykbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Sûna - Abdurrahman
Cih û Dîroka Şehadetê: Erzîngan/24’ê Hezîrana 2017

***

Nasnav: Ronahî Rizgar
Nav û Paşnav: Mizgîn Akdogan
Cihê Jidaykbûnê: Dîlok
Navê Dayikê-Bav: Zahîde - Îhsan
Cih û Dîroka Şehadetê: Erzîngan/24’ê Hezîrana 2017