Nasnameya 6 şervanên YPG’ê hate eşkerekirin
YPG’ê, nasnameya 6 şervanên ku li cih û demên cuda jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG’ê, nasnameya 6 şervanên ku li cih û demên cuda jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firat li gundê Keş Icêl û derdorê wê, şervanekê bi navê Aydin Qamişlo di encama qeza û Birîndar Hesekê jî piştî derbaskirina qirîza dil jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser axa pîroz a Rojava û Bakurê Sûriyeyê ya ku bi xwîna hezaran şehîdan hatine avdan di şopa wan de tekoşîna xwe berdewam dikin. Li dijî çeteyên hov ên DAIŞ’ê şervanên me bi şêwazê fedaîyane şerê xwe didomînin.
Navaneda YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
"Pêngava Xezeba Firat a merhaleya sêyemîn ku ji bo dorpêçkirina bajarê Reqayê hatibû destpêkirin berdewam dike û şervanên me gav bi gav pêş de diçin. Çeteyên DAIŞ’ê li hember pêşketinan ketine tengasiyê û bi her cûre êrişê xwe berdewam dike. Şervanên me yên ku di gundê Kas Icêl û gundên derdorê wê ya girêdayî Eyaleta Reqayê ye, li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerekî dijwar meşandin de 4 hevalên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê. Hevalê me Aydin Qamişlo dema erk û peywira xwe pêk di anî di encama qezayekî de û hevalê me Birîndar Hesekê di encama qrîza dil de şehîd ketine.
Weke YPG û YPJ hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin û bejna xwe ditewînin. Di Serî de ji malbatên şehîd û gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya ji bo parastina xaka hemû pêkhateyên Sûriyeyê nû dikin."
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Aydin Qamişlo
Nav û Paşnav: Medîn El-Ebd
Navê Dayikê: Sada
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 03-03-2017
Nasnav: Birîndar Hesekê
Nav û Paşnav: Basil Matar
Navê Dayikê: Melka
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 14-03-2017
Nasnav: Ciwan Hesekê
Nav û Paşnav: Helû Şerabî
Navê Dayikê: Tirkiya
Navê Bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Icêl /Eyaleta Reqqa- 12-03-2017
Nasnav: Mazlum Doxan
Nav û Paşnav: Hemud El-Elî
Navê Dayikê: Tifla
Navê Bav: Îd
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Icêl /Eyaleta Reqqa- 12-03-2017
Nasnav: Rodî Ezîziyê
Nav û Paşnav: Hemîd Kileşan
Navê Dayikê: Xatûn
Navê Bav: Himêd
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa / 12-03-2017
Nasnav: Serhed Jînda
Nav û Paşnav: Izedîn Mihemed Silêman
Navê Dayikê: Neca
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa / 08-03-2017