Nasnameya 5 şervanên Pêngava Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG’ê, nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Xezeba Firatê li dem û cihê cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê, nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Xezeba Firatê li dem û cihê cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên ku di berxwedan Pêngava Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê û xilaskirina welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda YPG’ê diyar kir ku ji bo rizgarkirina Reqayê ku Pêngava Xezeba Firatê hatibû destpêkirin di pêngava sêyemîn de şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî didome. Çeteyên DAIŞ’ê ku li hember pêşveçûnên şervanên Pêngava Xezeba Firatê ku di nav de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cih digre de, ketiye dorpêçê li hember pêşketinên şervanan êrîşên xwe berfirehtir dike.
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Em îro nasnameya 5 şervanên xwe yên ku şehîd bûne eşkere dikin, ji van 3 hevalên me ku ji bo rizgarkirina sivîlên Reqayê yên di bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê de dijiyan, li dijî çeteyan piştî şerê dijwar bi lehengî tevlî karwanên şehîdan bûne. Hevalê me Demhat ku di 3’ê Adarê de çeteyan êrîşî gundên herêmên başurê Şedadê kiribûn, birîndar bibû tevî hemû mûdexaleyan duh li nexweşxaneya Hesekê şehîd ketiye. Hevalê me Mazlûm li bajarokê Sirînê di encama qezayekî trafîkê de şehîd ketiye.
Em wek YPG û YPJ ji bo azadî û wekheviyê şervanên şehîd ketine bi rêzdarî bibîrtînin. Di Serî de ji malbatên şehîd û hemû gelên me re sersaxiyê dixwazin. Ji bo bilindkirina tekoşîna azadiyê soza ku me daye careke din nû dikin.”
AGAHIYÊN TÊKILDAÎR NASNAMEYAN
Nasnameya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Navsav: Botan Reş
Nav û Paşnav: Ehmed Berkel
Navê Dayikê: Horî
Navê Bav: Faruk
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Cibnê, Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa / 15-03-2017
***
Navsav: Demhat Gelhat
Nav û Paşnav: Malik Elofin
Navê Dayikê: Hesa
Navê Bav: Xanim
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Nexweşxaneya Hesekê / 16-03-2017
***
Navsav: Givara Hesekê
Nav û Paşnav: Osman Mellûh
Navê Dayikê: Afra
Navê Bav: Ferhan
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Hibal/ Reqa-15-03-2017
***
Navsav: Hogir Şedadê
Nav û Paşnav: Macid Xilef
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Talap
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kas Hibal/ Reqa-15-03-2017
***
Navsav: Mazlûm Afaruf
Nav û Paşnav: Macid Ehmed
Navê Dayikê: Hazîme
Navê Bav: Nuwiran
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn / 16-03-2017