Nasnamaya 3 gerîlayên li qada Girê Sor şehîd bûn hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Çeperên Berxwedanê yên Girê Sor di encama êrişa bi gaza kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniyên xwe yên 8 û 11'ê Îlonê de me ragihandibûn ku li Çeperên Berxwedanê yên Girê Sor, dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna gazên kîmyewî sûcê şer kiriye û di encamê de 3 hevrêyên me şehîd bûne. Li Çeperên Berxwedanê yên Girê Sor ku li ser sînorê Tirkiye-Iraqê ye, li dijî her cûre êrişên li derveyî mirovahiyê, di serî de li dijî êrişên bi gazên kîmyewî,berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Hevrêyên me yên vê berxwedanê ku xwe gihandin yekîneyên gerîla, diyar kirin ku di vê berxwedanê de hevrêyên me Ozgur, Serhildan û Argeş di encama êrişên kîmyewî de 3'ê Îlona 2021'ê şehîd bûne. Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji nirxên mirovahiyê bêpar maye, van hevrêyên me cihê xwe di nava rûpelên têkoşîna me ya bi heybet de girtin ku yek ji berxwedanên herî esîl ên dîrokê ye. Em van hevrêyên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ozgur Bagok
Nav paşnav. Fatma Balica
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Heybet-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Serhildan Mordem
Nav paşnav: Serdar Dînç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şefîka-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2021 / Avaşîn

Nasnav: Argeş Botan
Nav paşnav: Hasan Emcur
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kadîbe-Haci
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2021 / Avaşîn

OZGUR BAGOK

Hevrêya me Ozgur li Nisêbînê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl daye. Ji ber ku li bajarê serhildanê Nisêbînê ji dayik bû û mezin bû, partiya me PKK ji nêz ve nas kir û weke her jineke Kurd a bi rûmet ji bo xwedî li nirxên têkoşînê derkeve û bibe pêşeng ji têkoşîna azadiyê ya gelê me re tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Ozgur ku li Heftanînê dest bi têkoşîna gerîla kir, 5 salan li Heftanînê ma û her kêliyên jiyana gerîla li vir hîn bû. Ji Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ya Rêbertî heta bi pîvanên zirav ên hunera gerîla xwe bi her rengî perwerde kir, bû gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng. Dema ku dewleta Tirk a mêtinger êriş bir ser qada Heftanînê, mîna her carê li refên pêş şer kir, tevlî gelek çalakiyan bûn ên ku derbên giran li dijmin hate xistin û bû layiqê hevrêyên xwe yên ku li qada heftanînê şehîd bûn. Hevrêya me Ozgur ku di şerê Heftanînê de tecrûbeyeke mezin bi dest xist, ji bo bibe şervaneke serketî ya Gerîlatiay Modernîteya Demokratîk gelekî hewl da. Hevrêya me Ozgur baweriya bi xwe ya xwezayî ya jinên Nisêbînê di kesayetiya xwe de temsîl kir û ev taybetmeniya xwe bi felsefeya Apoyî dewlemend kir, ji bo bibe jineke azad bi gavên ji xwe bawer meşiya. Destpêka sala 2021'ê ji bo herêma Avaşînê hate wezîfedarkirin û bi coş û moraleke mezin berê xwe da Avaşînê. Bi hezkirina mezin a hevrêyên xwe û morala xwe ya bilind di demeke kurt de hînî pratîka gerîlatiya zehmet a li Avaşînê bû. Li qada Girê Sor bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar di nava hevrêyên xwe de bû cihê rêzdariyê. Ji roja ku êrişên dijmin dest pê kirin û heta dema şehadetê, bi îradeyeke mezin şer kir. Hevrêya me Ozgur bû yek ji mînakên herî dawî yên jina Kurd a azad ku serî natewîne û cihê xwe rûmetdar di dîroka me ya azadiyê de girt.

SERHILDAN MORDEM

Hevrêyê me Serhildan li yek ji herêmên girîng ên Serhedê yên welatparêz li Qelqeliyê di nava malbateke welatparêz û dilsozê çanda Kurd de ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku Qelqelî qadeke girîng a berxwedanê ye, hevrêyê me Serhildan ji zarokatiyê ve bû xwedî hişmendiya Kurdîtiyê û welatparêziyê. Dema ku dora têkoşînê hate wî derfeten sîstemê hemû red kir û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serhildan sala 2012'an ku yek ji pêvajoyên girîng ên Şerê Gel ê Şoreşgerî bû ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Taybetmendiya kedkariyê ya ji malbata xwe wegirtî bi fersaeta Apoyî re kir yek û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Serhildan demeke dirêj li qada Bakurê Kurdistanê gerîla kir û li vê herêmê tevlî gelek çalakiyên serketî yên li dijî dijmin bû, bi vî rengî bû xwedî danhevî û tecrûbeyeke girîng. Bi taybetî bi dîsîplîn û tempoya xwe ya kar gelek karên girîng kir. Piştre jî derbasî Başûrê Kurdistanê bû, li vê qadê bi perwerdeya îdeolojîk ber bi fermandariyê ve gav avêt. Hevrêyê me Serhildan ji sala 2016'an û pê ve derbasî herêma Avaşînê bû û tecrûbeya leşkerî ya li Bakurê Kurdistane wergirtî li vir xiste meriyetê. Di heman demê de ev tecrûbe bi hevrêyên xwe re parve kir û bû milîtanekî pêşeng ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Serhildan ku di asta dilsoziyê de bi Avaşînê ve hate girêdan, li Avaşînê cih nehişt ku neçû. Li Avaşînê tevlî gelek çalakiyên serketî yên li dijî dewleta Tirk a dagirker bû û kîna xwe ya li dijî rejîma qirker bi taybetmendiyên xwe yên çalakger nîşan da, lewma jî bû fermandarek. Di şerê bi rêbaza fermandariya serdema nû de bû pispor û di asta pêşengiyê de pêşengî ji vî şerê me re kir. Herî dawî li qada Girê Sor tevî hevrêyên xwe yên di tunelên şer de bi bawerÎ, biryardarî li dijî dijmin şer kir û rê neda dijmin.

ARGEŞ BOTAN

Hevrêyê me Argeş li herêma Cizîrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku ev herêm cihê destpêkê bû ku jiyana Modernîteya Demokratîk a bi paradîgmaya Rêber Apo lê kete meriyetê. Li gel welatparêziya xwezayî ya ji ber mezinbûna li Cizîrê, hevrêyê me Argeş bi bandora têkiliyên hevrêtiyê, şerê li dijî dagirkeriyê û dilsoziya bi şehîdan re tevlî nava karên şoreşê bû. Piştî ku demekê li nava karên ciwanan xebitî, ji ber komkujiyên dijmin li Cizîrê û gelek navendên Kurdistanê kir, ji bo têkoşîneke hîn xurtir bimeşîne, tevlî refên gerîla bû.

Demeke kurt piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, li ser êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê ji bo parastina rûmeta gelê me yê Başûr, cihê xwe di nava komên gerîla yên pêşeng de girt ku çû eniya Mexmûr-Kerkûkê. Hevrêyê me Argeş piştî ku li vê eniya şer di têkbirina DAÎŞ'ê de bi roleke girîng rabû, sala 2018'an derbasî herêma Avaşînê bû. Li Avaşînê ji destpêkê ve bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm, bal kişand ser xwe û hînî qadê bû, di nava hevrêyên xwe de bû yekî li pêş. Gelek karên zehmet bi serketî bi cih anî û ji bo bibe yekî serketî di asta herî bilind de, timî hewl da. Ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo xwest ku 24 saetan bi Rêbertî bijî, 24 saetan pîvanên gerîlatiyê di her kêliyê de bi cih bîne û di asteke bilind de serketî bû. Li dijî êrişên dewleta Tirk a mêtinger a li ser herêma Avaşînê di xeta fedayî de têkoşiya û bi v^esekna xwe bû hêz û moral ji hevrêyên xwe re.

Hevrêyên me Ozgur, Serhildan û Argeş bi berxwedana xwe nîşan dan ku wê rê nedin dagirkerî û polîtîkayên mêtingeriyê, di vê oxirê de şehadet jî hebe wê ti carî serî netewîne û bûn nûnerên herî hêja yên aliyê bi rûmet ê mirovahiyê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyan em sersaxiyê ji tevahiya xelkên Nisêbînê, Qelqelî û Cizîrê û gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin."