'Nabe ku Mîrekî Êzidiyan ji aliyê hêzeke siyasî ve bê diyarkirin'

Meclîsa Demokratîk û Xweser a Şengalê û serokên eşîrên Êzidiyan diyar kirin, "Mîrek Êzidiyan ku ji aliyê aliyeke siyasî ve hatibe hilbijartina em qebûl nakin. Em bawer nakim ku ew bikare temsîla civaka Êzidî bike."

Doh li Laleşa ser bi Duhokê Hazim Tehsîn Beg wek Mîrê nû yê Êzidiyan hate diyar kirin. Ji ber nêrîna beşeke zêde ya Êzidiyan di diyarkirina Mîrê nû yê Êzidiyan de nebûye, bû sedema nerazîbûnên civaka Ezidî. Têkildarî mijarê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û serok eşîrên Êzidiyan li Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî li bajarokê Xanesorê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hacî ve hate xwendin.

Di daxuyaniya hevbeş de wiha tê gotin, “Di vê dema salvegera 5. a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hat kirin û hîn jî gelê me li jêr tehdît û gefan de ne, em hilbijartina Mîrekî nû yê Êzidiyan bi vî şêwazî qebûl nakin. Em hilbijartina Mîrê Êzidiyan bi vî rengî ji derveyî îradeya Êzidiyan dibînin. Hazim Tehsîn Beg ji aliyê hinek aliyên siyasî yên li pey berjewendiyên siyasî û şexsî ve hatiye hilbijartin. Em bawer nakin ku ev kes bikare temsîla gelê Êzidî bike. Em daxwazê ji civaka Êzidî dikin, kesek hêjayî vî erkî be hilbijêrin. Divê kesek xizmetê ji ciavka Êzidî re bike û ji bo pêşeroja Êzdiyan bixebite were hilbijartin. Divê mîrê Êzidiyan li gorî şertên hilbijartinên tevbigere, li ser komkujiya Êzdiyan raweste, daxwazê mafê Êzidiyan bike."

Serok eşîrên Êzidiyan û her wiha Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li Mala Mîrên Êzidî kirin, weke Mala Mîrên Êzidiyan tevbigerin û nekevin bin bandora hinek aliyên siyasî.