MXDŞ: Mam Beşîr pêşeng, zana, rewşenbîrê civaka Êzidî bû

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya şahadeta Mam Beşîr (Hasan Dûtar) peyama sersaxiyê weşand.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) sersaxî ji malbata Mam Beşîr re xwest û ragihand ku Mam Beşîr yek ji pêşeng, zana, rewşenbîr û sitûna tifaqa wan bû.

Peyama Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) wiha ye;

“Di kesayeta Mamê civaka Êzidî (Hasan Dûtar ) de em hemû şehîdan bibîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînîn û sersaxî ji Malbata Mam Beşîr û Tevahiya gelê xwe re dixwazin. Mam Beşîr yek ji pêşeng, zana, rewşenbîr û sitûna tifaqa me bû. Weke mamê civaka Êzidî, taybet mamê Şengalê dihate naskirin. Mam Beşîr li ser şopa Mam Zekî û şehîdan têkoşînek mezin da meşandin , di dîroka têkoşîna xwe de Mam Beşîr herî zêde kar û xebat nav civaka Êzidî de da meşandin. Bi taybet li Şengalê ji salên 90’î ve Mam Beşîr ji bo ev civak bibe xwedî rêxistin û bi xwe bawer bibe, bibe xwedî îrade û li ber xwe bisekine, kar da meşandin.

Hertim xeyalên wî ew bû ku civaka Êzidî bigihe azadî û mafê xwe yên rewa û ji bin zextên dijmin derkevin û karibin xwe bi parêzin. Ji bo wê bi salan bê navber bi xwe û civaka xwe bawer, têkoşîn li ser axa pîroz da meşandin û gel rêxistin kir.

Piştî fermana 3’yê Tebaxê, Mam Beşîr weke derwêşê hemdem berê xwe da axa pîroz û ji bo civaka Êzidî pêşengtiyê kir. Bi ked û xwêhdana Mam Beşîr û Zekiyan tov û çanda berxwedanê li ser vê axê careke din hate zindî kirin. Gelê Şengalê bû xwedî îrade û rêxistin, bi dehan sazî û meclîs hatin avakirin. Bi keda Mam Beşîr gavên mezin ji bo Xweseriya Şengalê hatin avêtin.

Yek ji xewin û xeyalên Mam Beşîr ew bû Şengal bibe xwedî statû. Dixwest tifaq hebe û xelkê Şengalê ku koçber bibû, vegerin ser axa xwe ya pîroz. Mam Beşîr karibû bi ked û hewildanên xew gelek kesayet,Oldar û Mezinên Şengalê li derdora xwe kom bike û yekîtiyê di nava wande bida avakirin.

Em Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi şehdeta Mamê xwe dilgiranin, lê em soz didin em ê xewin û xeyalên Mamê Xwe pêk bînin. Di kesayeta mamê xwe de tevahî şehîdan bibîr tînin. Ji bo Şengalek xweser û demkoratîk heta dawî em ê têkoşin bikin û em ê mafê Êzidxanê mîsoger bikin.”