BI DÎMEN

Mûrad ê YNK’yî: Her kes li dij e lê PDK ne li dij e!

Yek ji rêveberê YNK’ê Adil Mûrad li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê û Rojava a bi hevkariya PDK’ê helwest nîşan da û got, ‘’Di rewşeke wiha de ku hemû dewletên dinyayê li dijî Tiriyê ne tenê PDK li rex Tirkiyê disekine’’

Yek ji giregirê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê û Rojava helwest nîşan nîşan da û got PDK bûye pêşlingê vê.

Mûrad êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdan û polîtîkayên PDK’ê ji ANF’ê re vegot û got, ‘’PDK nirxê nade me dide Tirkiyê’’ û got gel ji vê nêzîkatiya PDK ne xweş in.

 

 

 ‘PDK REVIYA, PKK Û PÊŞMERGEYÊN YNK’Ê ŞER KIRIN’

Mûrad bi bîr xist ku gelek baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hene û got:

‘’Niha li Başûrê Kurdistanê 19 baregehê leşkerî yên Tirk hene. Zaxo û dordara wê bûye baregeha leşkerî ya Tirk. Her roj bi êrîşên hewayî Qendîlê, derdora wê û herêmê bombe dikin. Beriya bi 2 rojan Qereçox jî bombe dkirin. Ev der jî ya Rojava ye. Her wiha êrîş bi ser Şengalê de jî birin. Ên li Şengalê Êzîdiyên Iraqê ne. Ne Êzîdiyên Sûriyê û Tirk in. Hemû jî Kurdên Iraqê ne. YBŞ ne Kurdên Sûrî û Tirkiyê ne. Bi temamî Kurdên Iraqê ne. 2014’an 10 hezar çekdarên partiya wan (PDK) hebûn. Lê berdan û hiştin.Şengal hiştin. DAIŞ’ê hat û hemû kuştin. Jin û keçên wan revandin û li kuçeyan firotin. Lê PKK hat û xilas kirin. Bi ser de ku li  Mexmûrê û derdora wê ne ji PKK’ê û pêşmergeyên YNK’ê bûna Hewlêr wê ji dest biçûya. Mesûd Barzanî çû malavayî da PKK’ê. Niha bi çi heq û hiqûqî dibêje bila ji vir derkevin? Çima divê derkevin? Di êrîşa dawî de 20 pêşmerge şehîd bûn. Û dibêjin ku ne ji PKK’ê bûya wê Tirkiyê êrîş neaniye. Ev şaş e. Zexta li ser PKK’ê ye. Ev polîtîkaya Tirkiyê ye.’’

 ‘PDK PEREYAN LI BANKÊN EWROPA DIHÊLE’

‘PDK’yî alîkariyê nadin me. Ji Tirkiyê hez dikin, bi wan re dimeşin. Biya min sedema vê aborî ye’’ Mûrad piştî vê got PDK ji hêla aborî ve bûyê pêgirtê Tirkiyê û wiha domand:

‘’Sotemeniya Kurdistanê difiroşin Tirkan. Nayê zanîn bê ka ev pere li kû ne. Ne zelal in. Ev pereyekî pir mezin e. Beriya bi 4 rojan min wezîrekî Iraqî dît. Di van 3 salên dawî de  93 milyar dolar sotemenî firotine Tirkiyê. Lê îro gel şepirze û bê meaş e. Mirov serê 4-5 mehan carekê mehmiza xwe distînin. Nayê zanîn ka çi bi van perayan dikin, a rast ez dizanim; hemû jî di bankên Ewropayê de ne. Niha dibêjin em ê dewleteke Kurd ava bikin. Dibêjin ev pere ji bo dewleta Kurd in. Baş e, ez birçî me kaka. Heke ez birçî bim çi bikim ji dewletê?’’

 ‘DIXWAZIN LI ŞENGALÊ BAREGEHÊ AVA BIKIN’

Adil Mûrad diyar kir ku Tirkiye ji hemû dinyayê hatiye tecrîdkirin û got:

‘’Rewşa Tirkiyê malkambax e. Di serî de Iraq, Sûrî, Îran, Rojhilata Navîn, Emrîka û Ewropa bi her kesî re rewşa wan ne baş e. Her roj têk diçe. Li hundir tevlîheviyeke mezin heye. Erdogan dixwaze sîstemeke nû ya Osmanî çêbike. Ji bo vê jî sîstema seroktiyê dixwaze, da ku bi vê mîsoger bike. Lê tenê têkiliyên PDK-Tirkiyê baş in. Ê ku DAIŞ anî Rojhilata Navîn Tirkî ye. Tirkiye dixwaze van bi Kurdan bide şerkirin.

Kadroyên PDK’ê û gel ji vê siyaseta bi Tirkiyê re ne kêfxweş in. Li dij in. Lê navenda PDK’ê bi Tirkiyê re dimeşe. Ji ber ku PDK dixwaze li Şengalê biryargeheke ava bike. Armanca wê tenê ev e. Têkiliyên kûr ên PDK’ê bi Tirkiyê re hene. Girêdayîbûnên aborî hene. Pereyên wan li Tirkiyê hene. Ji bo vê deng dernaxin. Biya min rojên tarî li pêş Kurdistanê ne. Niha li cem me ne qanûn hene, ne yasa, ne parlamento. Dema seroktiya herêmê qediyaye. Niha dijî zagonan e.’’