MUB’ê cejna Akîtû ya 1’ê Nîsanê pîroz kir

MUB’ê cejna 1’ê Nîsanê ya Akîtû a gelên Sûryanî-Aramî-Keldanî pîroz kir.

Konseya Netewî ya Betnahrînê (MÛB) bi daxuyaniyeke niviskî salvegera 6767’an a Cejna Biharê ya Akîtû ya 1’ê Nîsanê, ku yek ji dêrîntirîn cejna şaristaniya Mezopotamyayê û mirovahiyê ye, bi hêviyên vejîn û azadiyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin,’’1’ê Nîsanê, Cejna Sala Nû ya Akîtû weke cografyaya Betnahrînê û şaristaniyên wê, nirxê hevpar ên gelê me ye. Cejna Akîtû ya 1’ê Nîsanê sembola vejîna sirûştê û xwe xemilandina wê ye. Bûyina Xiristiniyê jî pakbûna ji neqenciyê ye. Di dema me de divê em giyanê 1’ê Nîsanê yê cejna vejîna sirûştê, bi prensîbên felsefeya jiyana nû ya Mesîh re bikin yek, divê em bikin kana sereke ya yekîtiya xwe ya netewî. Ji ber ku 1’ê Nîsanê cejna yekîtiya netewî û azadiyê ya her ferdê neteweya me ye. Divê em pîrozkirin hatine biharê, berxwedana azadiyê ya netewî, bi hîsên hevpar û bi rihê têkoşîna mezin ji xwe re weke peywirekê bibînin. Li ser vî bingehî em cejna Akîtû ya 1’ê Nîsan êli gelê Sûryanî-Asûrî-Keldanî û li gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.’’