Milîsên HBDH li Amedê polîsan dan

Milîsên HBDH’ê li Amedê dijî otobusa polîsan bi bombe û bi fişekên hewayî çalakî lidarxistin.

Milîsên Engîn Sîncar ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî wiha got: “Em nahêlin dijmin çavê xwe veke! Em nahêlin ew li kolanên me, li axa me bigerin û em ê nehêlin jî."

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êdî her goşe, her kolan, her rê ji bo dijmin kemîn e. Em bi hezaran çavan, her gava wan temaşe dikin. Herin kuderê, çibikin, bi kî re baxivin, em dibînin, em dibihîzin, em dizanin. Em gel in lê, ew dijminê gelan in!

Me şeva 17’ê Tebaxê saet derdora 23:00’an de li Amedê polîsan ku dijminê gelan in, da. 

 Me bi bi bombe û bi fişekên hewayî otomobîla polîsan ku di rêya Xarpêt-Amedê derbas dibûn, xist. Polîsên ku şaş man, nekarîn tevger jî bikin. Di nava tirsê de qufilîn.

Me di dema paşvekişandina êrîşa yekemîn de, di heman rêyê de cara duyem êrîş bir ser polîsan. Piştî çalakiya sabotajê ya bi serkeftî, me ji cihê çalakiyê bi silametî derketin.”