Mexmûriyan ambargoya salek tije kir şermezar kirin

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo û dorpêça PDK’ê ya salek tije kir bi meşeke girseyî şermezar kir.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo û dorpêça PDK’ê ya salek tije kir bi meşeke girseyî şermezar kir.

Meşê ji ber deriyê Şaredariya wargehê destpê kir, di meşê de ku ala KCK û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bimre îxanet’ hatin qîrkirin, heta parqa Şehîd Zehra Penaber meşiyan.

Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê endamê Komîteya Karên Derve Bêwar Unver daxuyaniyek da.

‘ARMANCÊN AMBARGOYÊ EM BAŞ DIZANIN’

Unver bal kişand li ser yekemîn salvegera dorpêç û ambargoya li ser xelkê penaber ê Mexmûr û got: “Em di mehekî ya berxwedanê de ne, em şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr tînîn û di heman demê de şoreşa Rojava jî silav dikîn. Îro em dikevin yekemîn salvegera dorpêç, rêgirî û ambargoya li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ku hêzek qaşo xwe bi navê Kurdayetî tîne pêş. Ev saleke ji aliyê wan ve ambargoyek li ser wargehê tê meşandin. Bêguman dema em dîroka 26’a salan a wargeha Mexmûr bînin ber çavê xwe, em ê baş bizanin ku armanc û hedefa dorpêç, rêgirî û ambargoyên bi vî awayî çawanin û ji kûderê tên.”

‘BIJÎ BERXWEDANA MEXMÛRÊ’

Unver îşaret bi berxwedaniya gelê wargehê ya 26 salan kir û wiha pêde çû: “ Ev gel ji salên 90’î heta 94’an ji ber zilm û zordariya dewleta dagirker a Tirk gundên xwe terikandin û penaberbûn. Şewitandina gundên Botanê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser bingehê tinekirina gelê Kurd bû. Li pey wê jî bi hezaran gund hatin şewitandin, mirov hatin qetil kirin, bi hezaran mirov bê ser û şon kirin. Yek armanca dewletê hebû, ew jî Kurdê azad, Kurdê li nirx, rûmet, Rêbertiya xwe û li şoreşa xwe xwedî derdikeve ji holê rakirin bû. Li ser vî bingehî em dibêjin bijî xeta Rêber Apo, Bijî berxwedana Mexmûrê.”

Piştî daxuyaniyê bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûr’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire îxanet’ hatin qîrkirin û dawî li çalakiyê hat.