'Mêtînger li hemberî Zîlanbûnê nikarin bi ser bikevin'

Komîteya Rêveber a PKK'ê, Zeynep Kinaci (Zîlan) ku berî 21 salan çalakiya fedayî lidar xist bibîr anî û destnîşan kir, rastiya gel û artêşa bi rengê Zîlan wê hemû planên dewleta Tirk a mêtînger têk bibe.

Komîteya Rêveber a PKK'ê, Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakî pêk anî, di salvegera 21. a şehadeta wê de bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bibîr xist, li dijî êrîşa 6'ê Gulana 1996'an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zîlan di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de cara yekemîn çalakiyeke bi vî rengî pêk anî û bû bersiv. Komîteyê destnîşan kir, Zîlan bi rêya vê çalakiyê her wiha bang kir ku divê li dijî Komploya Navneteweyî helwesteke çawa bê nîşandan. Di dewama daxuyaniyê de komîteyê ragihand, di pêvajoya ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest de, fedayî û gelê Kurdistanê yê welatparêz bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li ber xwe dan û bi çalakiyan bersiva vê banga Zîlan dan.

Daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha dewam kir: "Di vê demê de, ku em dikevin sala 22'an a çalakiya hevrê Zîlan, çalakiya wê çawa ku Komploya Navneteweyî pûç kir û rê li ber destpêkirina pêngavên nû yên şoreşger vekir, îro jî xwedî heman wateyê ye. Weke xetekê, di çalakiyên mezin ên fedayî yên hevrê Erdal, Zinar û Doga de hat temsîlkirin. Şoreşa Rojava ya ku roj bi roj bi destketiyên nû bi pêş ve diçe, berxwedana şervanên azadiyê ya li dijî êrîşên qirker mêtînger ên i Bakurê Kurdistanê, lehengiya bêhempa ya şervanên azadiyê û lêdana derbên giran li dijmin, nîşaneyên ber bi çav ên vê yekê ne."

JI BO MIROVAHIYÊ BÛ ÇAVKANIYA MORALÊ

Komîteyê da zanîn, ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, lê di heman demê de îro ji gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê re bûye çavkaniya hêz û moralê. Komîteyê diyar kir, ji ber vê yekê, her kesên li dijî modernîteya kapîtalîst bi biryardarî nirxên însanî yên civakiya demokratîkratîk diparêzin, siberoja xwe di vê de dibînin û berê xwe didin vê têkoşînê. Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, "Ji ber vê rastiyê, Tevgera me ya Azadî û Demokrasiyê bu hedefa yekser a hêzên komploker ên navneteweyî û hevkarênw an ên li Rojhilata Navîn hêzên statukoparêz û paşverû."

ÊRÎŞ NIKARIN BI SER BIKEVIN

Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, ku êrîşên dewleta TC a mêtînger, ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê li dijî destketiyên bi berdêlên giran hatine afirandin pêk tîne, bi vî rengî ne û wiha dewam kir: "Ev êrîş bi piştgiriya hêzên navneteweyî, hevkarên wan ên herêmî û hêzên paşverû tên kirin. Lê belê ti şensê serketina van êrîşan nîne. Êrîşên dagirkeriyê yên hêzên TC ên dagirker, ku li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, bi derbên giran ku gelek windahiyan didin bersiva xwe dibîne. Ev yek û pêşveçûna QSD'ê ya li Rojava, bidestxistina çeperên nû, vê rastiyê piştrast dikin."

ROLA XETA FEDAYÎ NE CIHÊ NÎQAŞÊ YE

Komîteya Rêveber ragihand, di meşa bi biryar a Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê de, ku li hemberî her şêwe zor, zehmetî û êrîşan dimeşe, rola xeta çalakiya fedayî ku di şexsê Zîlan de şênber bûye, ne cihê nîqaşê ye. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevî vê rastiyê jî dewleta TC a dagirker, dest ji êrîşên xwe yên ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurdistanê bernade. Hewl dide vê yekê bigihîne astên cuda. Di vê çarçoveyê de êrîşên qirkirina fîzîkî, çandî û siyasî yên li Bakurê Kurdistanê giran dike û li hemberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî amadekariya dagirkeriyê dike."

DI NAVBERA ÊRÎŞÊN SALA 1996'AN Û YÊN ÎRO DE TI CUDAHÎ NÎNE

Komîteyê diyar kir, ev êrîş û amadekariyên dewleta TC a mêtînger, ji polîtîkayên li dijî Ocalan tên meşandin cuda nînin û got, "Ev êrîş, mîna êrîşa 6'ê Gulana 1996'an, parçeyên plansaziyeke hevgirtî ye. Di plana wê demê de, piştî teqîna li Şamê wê ji bo tinekirinê êrîşî hêzên me yên gerîla bihata kirin. Niha jî tecrîda li ser Rêber Apo veguherandin îzolasyonekê, hewl dan têkiliya wî bi her kesî re bibirin û piştre jî dest bi êrîşên qirkirinê yên mêtîngeriyê kirin. Ji ber vê yekê, di navbera êrîşên qirkirina mêtînger ên 6'ê Gulana 1996'an û amadekariyên îro de ji aliyê cewherî ve ti cudahî nîne."

GEL Û ARTÊŞA BI RENGÊ ZÎLAN

Komîteya Rêveber a PKK'ê da zanîn, Zîlanê di asta herî bilind de rastiya Rêbertî jiya û di nava şert û mercên wê rojê de bû bersiv ji êrîşên dewleta TC a dagirker re. Komîteyê ragihand, êdî bûye wezîfeyek ku bi rastiya gel û artêşa bi rengê Zîlan bersiv ji êrîşên qirkeriya mêtînger re bê dayin.

Komîteyê destnîşan kir, Çiyageran, Zeryanan, Mehmet Tûnçan, Firat Pirsûsan, Sêvê Demîran, Baran Dersiman, Azad Sîseran, Nalîn Mûşan, Hêlîn Mûratan li çiyayên azad ên Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Rojava û hemû qadên têkoşînê di asta herî bilind de xwedî li vê wezîfe û berpirsyariyê derketin û temsîla wê kirin. Komîteyê diyar kir, salvegera 21. a çalakiya fedayî ya dîrokî ya Zîlan bi rastiyeke bi vî rengî tê pêşwazîkirin.

BERSIVA JI BO BANGA SERKETINÊ

Di dawiya daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de wiha hate gotin: "Çawa ku hevrê Zîlan bi çalakiya xwe di dîroka Têkoşîna Demokrasî û Azadiyê ya Kurdistanê de rê li ber destpêkekê vekir, hevrêyên li ser şopa wê ne wê bi vê berpirsyariyê rabin, vê wezîfeyê bi cih bînin, soza ku dane, bi bicihanîna banga serketinê ya hevrê Zîlan ku di şer û jiyanê de bûye manîfesto, pêk bînin.

Li pêşberî bîranîna hevrê Zîlan û hemû şehîdên me yên şoreşê, em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û biryardarî û soza xwe ya dilsoziyê careke din nîşan didin. Wê weke afirînerên rasteqîn ên jiyana bedew û vîna azad, her tim rêya me ronî bikin."