Mêşvanî rê û rêbazeke jiyanê ye

Hingivê ku li zozan, deşt û çiyayên Kurdistanê tê peydakirin ji bo gelek nexweşiyan dermane.

Mêşên hingiv ên ku bi bizirê kulîlkan hingiv hildiberînin di heman demê de jî ji bo polenbûna kulîlkan sedema herî mezin in û hevsengiya xwezayê pêk tînin. Ji ber ku li Kurdistanê çar werz hene mirov dikarin karê mêşvaniyê bikin. Li Amedê jî li ber Çemê Dîcle û di nava Baxçeyên Hewselê karê mêşvaniyê tê kirin. Yek ji kesên ku vî karî dike Mustafa Batmaz e. Di nava buhetşa çûkan Baxçeyê Hewselê de 100 kewarên mêşan danî.
 
RÊBAZA JIYANÊ

Li Kurdistanê kesên karê mêşvaniyê dikin salê 8 mehan ji bo xwedîkirina mêşan di nava zor û zahmetiyan de jiyana xwe li çiya û zozanan derbas dikin. Hingivê ku li zozan, deşt û çiyayên Kurdistanê tê peydakirin bê guman gelek tendiruste û ji bo gelek nexweşiyan dermane. Mêşvan Mustafa Batmaz, di nava Baxçeyê Hewselê de wargehê mêşan daniye û hilberîna hingiv dike, ligel şert û mercên giran bi hezkirin û evînekê mêşan xwedî dike. Welatiyên ku mêşvaniyê dikin xwedîkirina mêşan û hilberîna hingiv ji bo xwe kirine wekî çand û tarza jiyanê.  Mêşvanên ku kar û barê wan hilberina hingiv e, hilberîna hingivê ku bê ked û ji bo bazirganiyê tê çêkirin rexne kirin û diyar kirin ku ev hingivê erzan ji bo tendirustiya mirovan xerab e. 

‘HINGIVÊ XWEZAYÎ KED Û HEZKIRINEKÊ DIXWAZE’

Mêşvan û hilberînerên hingiv Mustafa Batmaz li gel ku debara xwe bi mêşvaniyê dikin, di heman demê de mêşvani ji bo wî bûye wekî çand û tarzekî jiyanê. Batmaz, der barê çand û jiyana hilberîna hingiv de diyar kir ku hilberîna hingivê xwezayi ked û hezkirinekê dixwaze. Batmaz anî ziman ku wekî hemû qadan di qada hilberîna hingiv de jî hilberîna kapitalîst pêş ketiye û hingiv bi awayekî xwezayî û rezen nayê hiberandin. Batmaz destnîşan kir ku di sektora hingiv de jî di şert û mercên sûnî û hêsan de hilberîn tê kirin û wiha axivî: “Ev hingivê ku sûnî tê hilberîn, zerarê dide tendirustiyê. Ji ber ku bi maddeyên kimyewî û ne xwezayî tê hilberîn ji bo tenduristiya mirovan zerar e. Ez 12 sal in li gelek deverên Kurdistanê mêşvaniyê dikim û hilberîna hingiev dikim. Sektorên ku hilberîna sexte dikin bi erzanî hingiv difiroşin. Şekir û maddeyên din tev li hingiv dikin. Divê mêşvanên hingievê xwezayî çêdikin li hemberi vê rewşê bêdeng nemînin. Ez vî karî bi hezkirin û kêfxweşî dikim. Ji ber ez kedekê didim ez wekî zarokên xwe diparêzim û van mêşan xwedi dikim.”

‘HEWSEL Û PERAVÊN DÎCLE JI BO PÊŞAN GELEK BAŞ E’

Batmaz da zanîn ku ew şev û roja xwe bi mêşvaniyê derbas dikin û ji bo mêşvaniyê zanebûn û hezkirinek pêwîst e. Batmaz bilêv kir ku çêbûna hingiv girêdayî rewşa hewayê ye û ger rewşa hewayê germ be mêş jî baş dixebitin. Batmaz anî ziman ku beravên Çemê Dîcleyê  û Baxçeyê Hewselê ji bo destkeftina hingiv gelek baş e û ev tişt got: “Hingiv qasî 3 hezar salan xirab nabe lê tenê diqerise. Bi zimanê cîhanî ji qerisîna hingiv re dibêjin hingivê kristal bûyî. Ev li welatên Ewrupa zêdetir tê xwarin ji ber ku mîde baştir dihelîne."