Meşa dirêj a 6 rojan didome

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Ji bo qonaxa duyemîn a meşê, wê meşvan rêyeke bi dehan kîlometreyan bimeşin.

Ciwan hedefa wan ew e ku di dawiya roja şeşan de bigihêjin Strasboûrgê. Qonaxa duyemîn a meşê li Hockenheîmê hate destpêkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger pêşengiyê ji meşê re dikin. Meş bi slogana ‘Dem hatiye, serî hilde, komployê parçe bike, Rêbertî azad bike’ didome. Armanca meşê ev e ku komploya li ser Ocalan were rakirin û piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê.

Meşvanan li ser rêya xwe ya meşê derbarê armanca çalakiyê belavok belav kirin.

Ciwanên meşvan hedefa wan a îro ev e ku 24 kîlometreyan bimeşin.