Mele Emîn: Di şexsê Abdullah Ocalan de mirovahî hatiye tecrîdkirin

Hîndekar Hewjin Mele Emîn li ser kampanya 'Dem dema azadiyê ye' axivî û destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelên herêmê ye.

Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyeyê û Akademîsyen Hewjin Mele Emîn piştgirî da kampanya 'Dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê û ji her kesî xwest ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştgiriyê bidin vê pêngavê.

Mele Emîn diyar kir ku doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê doza wî nîne; doza neteweyekê ye, doza têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Rojhilata Navîn e û got, "Şert û mercên ku Birêz Ocalan di nav de ye şert û mercên şexsekî nîne. Pirsgirêkeke şexsî nîne. Di şexsê Birêz Ocalan de azadî hatiye zindanîkirin. Di şexsê Birêz Ocalan de demokrasî hatiye zindanîkirin. Di şexsê Birêz Ocalan de pirsgirêka Kurd hatiye zindanîkirin. Lewma têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan têkoşîna ji bo azadiya şexsekî bi tenê nîne. Têkoşîna ji bo azadiya gelekî, ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo jiyaneke biratî ya aştiyane û bi hev re ya gelan û ji bo demokrasiyê ye."

REWŞENBÎR Û AKADEMÎSYENÊN BAŞÛRÎ PÊWÎSTE DI VÊ MIJARÊ DE HIŞYAR Û BALDAR BIN

Mele Emîn ragihand, ku bi navê rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê wan ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanya îmzeyan kirine, li Başûr û derveyî welat, li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê eleqeyeke mezin ji bo kampanyayê heye û anî ziman ku yên mohra xwe danîne binê kampanyayê tenê Kurd nînin; di nav de rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên Ereb, Fars, Tirk, Tirkmen, Azerî û Ewropî jî hene.

Mele Emîn diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan bi tena serê xwe têrê nake û wiha dewam kir, "Divê em bi rê û rêbazên hîn dewlemendtir bixebitin. Girîng e ev kar û hewldanên me heta azadiya Birêz Ocalan û di şexsê wî de heta çareseriya pirsgirêka Kurd dewam bikin."

'EGER EM AZADIYA ABDULLAH OCALAN WEKE AZADIYA XWE BIBÎNIN, EM Ê HINGÎ BI SER BIKEVIN'

Mele Emîn destnîşan kir ku rewşa konjonkturî ya li herêmê û navneteweyî rê dide azadiya Ocalan û di dawiya axaftina xwe de got, "Bi dîtina min eger em bêrawestan heta dawiyê dewam bikin em ê encamê bi dest bixin. Berê hin welat û hêzên navneteweyî digotin ku doza Birêz Ocalan dozeke siyasî ye. Lê belê di asta heyî de gelek welat û raya giştî ya demokratîk dibînin ku doza Birêz Ocalan êdî doz û têkoşîneke rewa ye.

Êdî her kes qebûl dike ku doza Birêz Ocalan doza gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd e, doza demokrasî, azadî û aştiyê ye. Di vê mijarê de raya giştî ya navneteweyî piştgiriyeke xurt dide. Lewma divê em vê yekê baş binirxînin. Divê em zanibin ku ev kar û daxwaz wezîfeya me rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan e. Vê yekê bi rengekî eşkere dibêjim; azadiya Ocalan azadiya me ye û divê em hemû vê bêjin û li gorî wê bixebitin."