‘Mehmet Acar piştî ku hate binçavkirin û şûnde hate windakirin’

Li Amedê parêzvanên mafê mirovan û malbat, aqûbeta Mehmet Acar ê di sala 1994’an de li gundê Dirsekî yê navçeya Cizîr a Şirnexê hate windakirin pirs kirin.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê bi şîara "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin", di hefteya 452'an de çalakiya xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Çalakî li salona Şaxa ÎHD'ê ya konferansê pêk hat. Rêveberên ÎHD'ê û Xizmên Windayan amade bûn. Li salonê pankarta ku wêneyên windayan li ser û "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hatiye nivîsandin vekirin. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin, xwest dewlet hemû arşîvên di derbarê windayan de bên vekirin û bi cemaweriyê re bên parvekirin. Yalçin, anî ziman ku li şûna dewlet faîlan bibîne û darizîne îro wan dixe bin parastinê."

Yalçin, bal kişand ser zextên li ser girtîgehan û wiha got: "Hefteya borî me li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê lekolîn kir. Me dît ku girtiyên siyasî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Mafên girtiyan ji destê wan tên girtin. Bûyera li Muglayê bi îdîaya endamen PKK’ê ne hatin binçavkirin û hatine tazîkirin û êşkencekirin. Em nizanin hê jî ew kî ne. Tazîkirina mirovan û kelepçeya li pişt êşkence ye. Yên ev yek kirine sûc kirine. Divê bi lezgîn sûcê edlî û îdarî bê vekirin."

Yalçin, piştre sersaxî ji gelê Kurd û malbata Serokê YNK'ê Celal Talebanî re xwest.

‘AQÛBETA MEHMET ACAR PIRSÎN'

Rêveberê ÎHD'ê Emîn Ermîn jî piştre aqûbeta Mehmet Acar ê bavê 7 zarokan ku li Cizîr a Şirnexê jiyana xwe ji dest dan pirsî. Ermîn, anî ziman ku Acar bi zorê hatiye revandin û piştî 7 mehan di girtîgeha Amedê de ma hat berdan. Acar, bavê 7 zarokan li gundikê Zura ya Gundê Dîrseklî dijiya. Beriya bê windakirin 3 sal berê hat girtin. 7 mehan li girtigeha Amedê ma. Gelek caran fef lê hate kirin. Di Sibata 1994'an de ji aliyê îtîrafkarên bi navê Bedran û Hakim û 3 kesên sivîl ve hat binçavkirin. Mehmet Acar piştî ku 2 rojan di bin çavan de ma û şûnde hate berdan.

Mehmet Acar piştî hat berdan 2 roj şûnde dîsa ji aliyê heman kesan ve hate binçavkirin. Dema Adem Yakin çû gotin wê Mehmet Acar berdin. Pişti Mehmet Acar dubare hat binçavkirin û şûnde êdî agahî jê nehat girtin. Dema malbata Acar bi rêya Osman Demir ê cerdevan dubare çûn, Fermandariya Jendirmeyan, fermandariya jendirmeyan binçavkirin înkar kirin û diyar kirin ku wan cara duyemîn Acar binçav nekiriye. Malbata Mehmet Acar piştre serî li hemû rayedaran dan, lê ti encam bi dest nexistin. Malbata Acar di sala 2009'an de serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û di derbarê Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û Sercerdevan Abdulhakim Guven de serlêdana sûc kirin."

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.