Mehmed Ûzûn li Amedê hate bibîranîn

Nivîskar Mehmed Ûzûn li Amedê li ser gora wî ji hêla malbat û hezkiriyên wî ve hate bibîranîn.

Yek ji navê girîng ê wêjeya Kurd Mehmed Ûzûn di salvegera 10. a mirina wî de, li ser gora wî li Goristana Mardînkapi ji hêla malbatê û hezkiriyên wî ve hate bibîranîn. 

Di bîranînê de li cem kêla wî qerefîlên sor hatin danîn û her wiha pirtûka Bîra Qederê ya Ûzûn jî hate danîn.

‘ÊN KU LI DIJ MEHMED IN NIKARIN BIBIN BIRAYÊN KURD’

Piştî diayan birayê Ûzûn Mustafa Ûzûn axivî û got, ‘’Ez bawer dikim ku niha Mehmed jî li cem me ye. Me xwest ku em bîranîneke layiqî wî bikin. Lê pêvajoya ku niha em tê de destûr neda vê. Em hêvî dikin ku ev rojên tarî di zûtirîn demê de bi dawî bibin.’’

Xezûrê Ûzûn Celal Ûzûn jî got bîranîna ku wan plana wê dikir li vir bikin, hezkiriyên wî yên li Stockholmê pêk anîne û got, ‘’Li Stockholmê em dikarin şeva bîranînê bikin lê li vir em nikarin. Ez kesên ku dibêjin, ‘em bira ne’ şermezar dikim. Dibêjin, ‘em ne li dijî Kurdan in’ lê îro me dît ku tam li dijî Kurdan in. Li dijî zimanê Kurdan in. Di pankartê de ku li ser navê Mehmed vekirine navê Mehmed jê dibin. Li Wêranşarê hewl dane navê Mehmed li ser tabêleya pirtûkxanêyê rakin, ku pirtûkxane li ser navê wî tê vekirin.’’