Mazata ku qeyûm vekiribû li ser tendirustiyê dibe gef

Qeyyûmê beriya şewbê têketina mazatê kiribû bi pereyan û bêyî ku tevdîrê bistîne mazat dîsa vekir.

Li Wanê mazata ku di dema şewbê de girtîbû û di 1’ê Tîrmehê de ji nû ve hatibû vekirin, balê dikişîne. Mazata şaredariya bajarê mezin a Wanê ya ku qeyûm li ser e, ji bo têketina pez 2 lîra û ya dewaran jî 4 lîra pere tê stendin. Komîsyona Zabita a Heywanan a Bajêr di 8’ê Çileya 2018’an de jî biryar dabû ku divê mazat bi tenê rojên Duşem, Çarşem û Înê vekirî be. Ev biryar hatibû boykotkirin.

‘LAWABO TUNE LÊ PEREYAN DIXWAZIN’

Ji ber şewbê mazat hatibû girtin. Ji ber ku têketina mazatê bû bi pereyan û li mazatê çayxaneyek jî tune, kesên heywanên xwe dianîn mazatê diyar kiribûn ku li mazatê lawabo tune lê ji wan pere tê xwestin. Piştî vê biryarê li erdekî nêzî mazatê heywan dihatin firotin.

Piştî ku mazat dîsa hate vekirin dîsa tu tevdîrên ji bo tendirustiyê nehate wergirtin. Kesên ku heywanên xwe anîn mazatê gotin ku “Ji me re gotin di warê tendirustiyê de problem tune û em jî hatin. Lê ev serê çend mehan e tu heywan nehatiye firotin. Em jî mexdûr in. Li vir tu tevdîrên tendirustiyê tune, heke wisa bidome em ê dîsa vir boykot bikin.”