Mamosteyên li Şengalê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Mamosteyên Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidiyan a li Şengalê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Fikir û felsefeya Serokê gelê bindest Abdullah Ocalan em ji mirinê xilas kirin."

Îro li dibistana Zerîfa Osê ya li bajarê Şengalê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Mamostayên Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidiyan ve hate şermezarkirin.

Mamosteyan gotin, fikir û felsefeya Serokê gelê bindest Abdullah Ocalan ew ji mirinê xelas kirine, ew ê her tim li pey fikrên wî bin û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ji bo azadkirina Ocalan hewl bidin.

Mamoste Sadûn Hemû got, ew tecrîdkirina Ocalan şermezar dikin, bi taybetî jî wan dewletên ku destekên didin dewleta Tirk şermezar dikin. Sadûn Hemû bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl bidin û bêdeng nemînin.

Mamoste Sadûn Hemû bi dewamî got, divê civaka Êzîdî li Serokê xwe li Serok Ocalan xwedî derkeve û wiha dewam kir: "Êzîdî bi fikr û felsefeya Ocalan rabûne ser piyan, bûne xwedî sazî û dezgehan. Em ê her tim li pey ramanên Ocalan bin."

Mamosteya bi navê Leyla Xidir jî got, bi ramanên Ocalan fikir û felsefeyeke azad hate nav civaka Êzîdî û xwest, rêxistinên mafên mirovan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Leyla Xidir dawiyê got, civaka Êzîdî ji bo azadiya Ocalan wê peywira ku dikeve ser milê xwe bi cih bîne û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye."