Mamosteyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dîsa li qadan bûn

Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan bi xwepêşandan û mîtîngan nerazîbûna xwe li dijî binpêkirina mafan û pêk neanîna yasayên hiquqî û xizmetguzariya ji bo mamosteyan nîşan dan.

Di çarçoveya bangewaziya Konseya Koordînasyona Komeleyên Sendîkayî û Çandî ya Îranê de îro mamosteyan li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan lidarxistin.

Konseyê ku îro ji bo balê bikişîne ser krîzên aborî û civakî yên li tevahiya Îranê û binpêkirina mafan û bi cih neanîna daxwazên yasayî yên mamoste û karmendan ji aliyê dewleta Îranê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya konseyê de hatiye gotin ku barê wan krîzên mezin li ser pişta gel e û gelên li Îranê dijîn ji bo pariyek nan dîlgirtiyê desthilatdarên bê tedbîr in û qurbaniyên van şert û mercên metirsîdar jî hemû kesimên civakî wek zarok, ciwan, jin, karker, karmend, xwendevan, hunermend, cotkar, nivîskar, kesimên din ên dînamîkên civakê û heta nifşên pêşerojê ne.

Konseyê di daxuyaniya xwe de her wiha dewlet û parlemento hişyarkiriye û dibêje, “Heya ku yasayên rêveberiya xizmetguzariyê ya welat, bi taybetî pergala wekhevkirina hiquqa xanenişînan û projeyasaya rêjebendiya kesên kar dikin, weke ku di qanûnê de hatî diyarkirin eger neyê pêkanîn wê di rojên li pêş me de wê nerazîbûn bi şeklên cûr bi cûr weke grevan, mîtîng, meş, tetîlkirina refan û şeklên qanûnî yên nerazîbûnan li seranserê welat bên lidarxistin û heya daxwazên wan ên qanûnî pêk neyên wê bidome.”

Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Îranê wek Tehran, Zencan, Qezwîn, parêzgeha Azerbaycanê Şerqî û bajarên Kirmaşan û Merîwan ên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên din mamoste daketin qadan û mîtîng û xwepêşandan lidarxistin.

Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de pankart û dovîzên ku li ser wan hatibû nivîsandin, “Mamoste mîmarê civakê ye”, “Perwerdeya bê beramber mafê me yê bingehîn e” û “Hiquqa her karmend û xanenişînekê divê wekhev be” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Mamoste hişyare, ji cihêkariyê bêzar e”,  “Sozên derewîn êdî bê bandorin; mîtîng û nerazîbûn wê bidomin”, “Pêkanîna wekhevî bêyî fêlbazî” û "Mamosteyên girtî divê serbest bên berdan" hatin berzkirin.

Di tevahiya daxuyanî û axaftinên ku di wan xwepêşandan û mîtîngan de hatin kirin de daxwaza pêkanîna yasayên hiquqî yên ji bo mamoste û karmendan hatî diyarkirin, daxwaza wekhevkirina maf û heqdestên mamoste û xanenişînan hat kirin û hate gotin ku heya daxwazên wan neyê bi cih anîn ewê li qadan bin.