Maliyên Gurdegîr bi êşkenceyê hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk bi ser mala xizmên Sonuç Gurdegîr de girtin û 3 kes bi êşkenceyê destgîrkirin, ku Sonuç Gurdegîr jî dema destgîrkirinê êşkence lê hatibû kirin.

Polîs û leşkeran cara duyemîn bi ser malên xizmên Sonûç Gurdegîr ê bi îşkenceyê re rûbirû mabû de girtin û li ferdên malbatan dan û 3 kes binçav kirin. 
 
Polîs û leşkerên Tirk serê sibehê bi ser gundê Kadîmadrakê ya  bi ser navenda Çewligê de girtin û avêtin ser mala Ahmet Gurdegîr (34), Hatun Gurdegîr (65) û Ertan Gurdegîr (45). Polîsên Tirk dema ku bi ser malan de girtin derî  şikandin û hemû alavên malê serûbin kirin. Diyar bû ku di serdegirtinê Ahmet Gurdegîr, Bermal Gurdegîr (18) û Azad Gurdegîr (18) hatine destgîrkirin. 
 
Ayfer Gurdegîr a ku bi ser mala wan de hat girtin diyar kir ku 5 polîsan hêriş birine ser Azad Gudegîr û got, ''Piştî ku li biraziyê min dan, dûvre destên wî ji paş ve kelemçe kirin û avêtin erdê. Ahmet Gurdegîr, polîsan êşkenceli wî jî kirin. Çêr û heqaretan li me kirin. Polîsan dest li ser hin pirtûk û wêneyan danîn. Bi qasî sê saetan li mala me geriyan. Beriya du heftiyan jî bi ser mala me de girtibûn. Zilmê li me dikin. Em ê giliyê vê neheqiyê bikin.”  
  
24’ê tebaxê polîs û leşkeran bi ser malbata Gurdegîr de girtibû û Ozge Gurdegîr, Prenses Gurdegîr, Ahmet Gurdegîr, Menfiye Gurdegîr, Ertan Gurdegîr û Mehmet Buyuldar destgîr kribûn. Bi çarçoveya heman lêpirsînê li Stenbolê Sonûç Gurdegîr hatibû destgîrkirin û îşkence lê hatibû kirin. Piştî îfadeyên hatibûn standin, Ahmet û Menfiye Gurdegîr bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan û Sonûç, Ozge, Prenses û Ertan Gurdegîr û Mehmet Buyuldar hatibûn girtin. 
 
Rêxistinên mafê mirovan diyar kiribûn ku îşkenceyek giran li Sonûç Gurdegîr hatiye kirin.