Malbatên gerîla li dijî xiyanetê li ser sînor civiyan

Malbatên gerîlayên ji Rojavayê Kurdistanê, li dijî êrişên li Başûrê Kurdistanê yên li hemberî gerîla, herikîn ser sînor.

Êrişa hêzên PDK'ê ya li dijî gerîlayên HPG'ê, li herêma Sêmalka ya Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Malbatên gerîla yên Rojavayî bi dirûşma "Bijî berxwedana gerîla, bimire xiyanet" li ser sînor çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Bimire xiyanet" û "Raweste", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bimire xiyanet", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

'EM HETA DAWIYÊ BI GERÎLA RE NE'

Ji beşdarên çalakiyê Xecê Ebdullah diyar kir ku hewl tê dayin Kurd bi destê Kurdan bê kuştin û got, "Êrişî gerîla dikin û dixwazin vê yekê jî bi destê Kurdan bikin. Em jî li dijî vê yekê li vir in. Yên ku li ber berxwedana gerîla radibin xiyanetê li vî gelî dikin. Em ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana gerîla bikin."

Xalimê Hiseyîn ê ji Efrînê jî got, "Zarokên me ji bo Kurdistanê têdikoşin. Lê belê yên ji vê aciz in dixwazin şerê Birakujiyê derxînin û bi vî rengî armanca xwe pêk bînin. Li dijî van pîlanên qirêj divê her kes hişyar be."