Malbatên fermandarên artêşa Iraqê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn

Gundiyên Kreşanê yên herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê, li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn û bi çalakiyekê xwestin leşkerên Tirk ji herêma wan bên derxistin. Malbatên fermandarên Iraqê yên hatin qetilkirin tevlî çalakiyê bûn.

Şêniyên gundê Kureşanê yê herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku 11'ê Tebaxê 2 fermandarên artêşa Iraqê qetil kir, çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiya îro de malbatên fermandarên Iraqê yên di bombebarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dayîn û komek welatî amade bûn.

Welatiyan bê navber dirûşmeyên 'Leşkerên Tirk derkevin', 'Dagirkerî dijî mirovahiyê ye' hate qîrîn.

Di çalakiyê de bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hate kirin da ku sîxurên dewleta Tirk yên bûne sedema kuştina fermandarên Iraqê, eşkere bike.