Malbata Zelal Kartal: Em serbilind in, li ser rêya şerefê bû

Malbata Zelal Kartal (Têkoşîn Amed) a ku li Licê li dijî navenda tîmên taybet çalakiyeke fedaî pêk anîbû, qala keça xwe kirin û diyar kirin ku ew bi keça xwe serbilind in.

Di 10’ê Îlonê de li Licê ya bi ser Amedê Zelal Kartal (Têkoşîn Amed) ji ber hilweşandin û qetlîama li Sûrê li dijî navenda tîmên taybet çalakiyeke pêk anîbû.

Malbata Kartal di salên 1990’î de ji ber şewitandina gundan ji gundê bi navê Deyîka ya Farqînê bar dikin tên Amedê. Piştî koçkirinê Zelal di 28’ê Tebaxa 1993’an de ji dayîk dibe. Kartal hê dema zarok e rastî zext û zilma dewletê tê û di ciwaniya xwe de beşdarî xebatên ciwanan dibe.

DAYÎKA KARTAL: JI BO GEŞKIRINA TÊKOŞÎNA XWE BEŞDAR BÛ

Diya Kartal Afîfe Kartal got ku, “Zelal bi çîrokên koçberiyê mezin bû. Berê li Amedê xebatên xwe dikir û piştre ji bo geşkirina têkoşînê beşdar bû.”

Dayîka Kartal diyar kir ku polîsan her dem keça wê dişopand û zext li wê dikir û got, “Zelal beriya ku lîseyê biqedîne beşdarî nav PKK’ê bû û ji ber ku çû çiyê ez bextewar im.”

‘EM SERBILIND IN’

Dayîka wê diyar kir, ligel ku keça wî biçûk bû jî têgihiştî bû û got, “Hem ji Xwedê re ez rojekê poşman nebûm. Keça min îxanet nekir, nebû sîxur. Keça min bi şehadetê jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê jî ez serbilind im. Wê xwe ji bo gelê xwe û Rêbertiyê feda kir. Di avahiya me de 24 mal hene, ez çawa li ber keça xwe ketibim, ev 24 cîranên me jî ji ber şehadeta wê xemgîn bûn.”

BAVÊ KARTAL: JI MIN RE DIGOT ‘HEVAL’

Bavê Kartal, Siddîk Kartal jî got ku, “Zelal jineke serkeftî û rûken bû. Me tu carî dilê hev nehişt. Ji min re digot ‘Heval’, ji ber ku em wekî hevalan bûn. Di çalakiyan de gelekî bi coş bû. Dema Zelal çû ez xemgîn bûm lê Zelal li ser rêya şerefê bû, ji ber wê jî em bi wê serbilind in. Ew di dilê gelê Kurd de ye, ez dizanim.”