Malbata Şenyaşar roja ewil a rojiya Remezanê li ber edliyeyê fitirî

Malbata Şenyaşarê ku 731 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, di roja ewil a rojiya Remezanê de li ber edliyeyê fitirî.

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûnn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûnn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 731’ê de berdewam dike.

Malbata Şenyaşarê meha Remazanê ya îsal jî li ber edliyeyê pêşwazî kir. Dayik Emine Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar heta wextê fitariyê li ber edliyeyê çalakiya xwe domandin û bi azana muxrib re li ber edliyeyê fitara xwe kirin.